ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke dirêj ji bajarê Qamişlo ber bi Dêrikê ve li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriya çalakiyeke piştgiriyê ji herêma Nakorno Karabag - Kurdistana Sor) û gelê Ermenistanê û kurdên li Ermenistanê li ber avahiya NY'yê ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saset 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êlên eşîrên Tirbespiyê daxuyand ku bi hevgirtina gelên herêmê û bi taybetî ya Kurd û Ereban dê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û hêzên dijber û dagirkeran têk bibin. Her wiha destnîşan kir ku divê eşîrên herêmê ciwanên xwe û gelên herêmê ji xeteriyê hişyar bikin û ji bo parastina xaka xwe îradeya xwe xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî Selama got ku dewleta Tirk hewl dide xewna xwe ya xîlafeta Osmanî bi cih bîne û ji bo ferzkirina çembera îxwanî li ser xeta sînor dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Gedo destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna êriş û binpêkirinên Tirkiyê divê gelên herêmê serî hildin û bi erkên xwe yên netewî rabin. Her wiha daxuyand ku li hemberî destwerdanên li herêmê kombûneke gel heye û divê her kes beşdarî hemleya KCK`ê bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Elî Seîd got: "Daxuyaniyên Welîd Muelim nîşan didin ku hikumeta Şamê çareseriya siyasî red dike û çareseriya leşkerî dipejirîne, ku welatên Sûriyê gihand vê rewşa xizantiyê. Em gelê Sûriyê ne, niştîmanperwer in û demokratîxwaz in û xwedî projeya çareserkirina aloziya Sûriyê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku kiryarên Tirkiyê yên li dijî niştecihên resen ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî sîstematîk in armanc jê qutkirina xaka Sûriyê û tevlêkirina xaka Tirkiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hate ragihandin ku baregehên nû yên li sêgoşeya Rojava-Bakur-Başûr ku bi hevkariya MÎT û îstixbarata PDK`ê hatine avakirin, wek bargehên lêpirsîn û çavdêrkirina herêmên sînor têne bikaranîn. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk wê li ser çiyayê Bêxêr ê Başûrê Kurdistanê baregeheke balafirên bêpîlot ava bike. (BI WÊNE).

- Dewleta Tirk li dijî HDP’ê, bi hinceta bûyerên 6-7-8 Kewçêrê yên bo Kobanê operasyona qirkirinê daye destpêkirin û operasyon berdewam dikin, me jî ji bo we ka çawa pêvajo hate pêvajoya 6-7-8 kewçêrê, dijî êrîşên DAIŞ’ê helwesta Tirkiyeyê, nêrîna raya giştî ya cîhanê û berxwedana kurdan a dîrokî nirxand.  (BI WÊNE).  

CÎHAN

-Piştî 10 salan ji destpêkirina diyalogên xêzkirina sînorê deryayê yê Lubnan- Îsraîlê, Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî, ragihand ku lihevkirinek li ser çarçoveyek danûstandinên bi Îsraîlê re derbarê sînorê deryayî û bejayî de yên di navbera her du welatan de hatiye kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Dayikên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyên bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku refên xwe bikin yek û piştgiriya hemleya KCK`ê bikin. Dayikan piştrast kir ku dê ew destgirêdayî nemînin, lê belê dê ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvberên Kongreya Star a herêma Firatê teqez kir ku hemleya PYD`ê bi dirûşmeya "Bese ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye" dest pê kiriye, berdewama şoreşa azadiyê ya beriya 9 salan e û divê jin xwe di hemleyê de îspat bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Xwendekarên refa 13'an (Bakalorya) kêfxweşiya xwe anîn ziman ku dê sîstema Rêveberiya Xweser derbarê merteryalan vê refê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA