ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Feleknas Uca destnîşan kir ku bi komkujiya Şengalê vîna hemû jinên cîhanê kirin hedef û niha jî bi êrişan re hewl didin Şengalê ji êzidiyan vala bikin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Necimedîn Mele Umer diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd, di heman demê hemû gelên herêmê dike hedef û li dijî hemû gelên ku banga azadî û demokrasiyê dikin e. Mele Umer got, li hemberî êrişên Tirkiyê divê hêzên leşkerî yên kurdî bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD'ê Fuad Sadî û Abdulhadî Ehmed gotin: "Berxwedana Heftanînê hesanê piştê yê gelên herêmê ye, ji ber ku plan û êrişên artêşa Tirk asteng dike. Lewma divê asta berxwedanê were bilindkirin û projeya neteweya demokratîk were sepandin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Şerê sar an jî bazirganî yanî biyolojî yan jî teknolojî, ev hemû izahên şerê di navbera Amerîka û Çînê de ye. Çavdêr hişyarî didin ku ev şer dibe ku veguhere şerê sing bi sing ku di demekê nêz de pêk were. Gelo sedemên vê nakokiyê çi ye? (BI WÊNE).

-ROJHILATA NAVÎN

- Di hefteya derbasbûyî de cezayên Amerîka li dijî hikumeta Sûriyê û alîgirên wê ji nû ve destpê kirin. Li Yemenê jî çareseriyên siyasî dîsa vegerîn rojeva welat. Li aliyekî din şer li ser sînorên Lubnan û Îsraîlê gur bû. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajarê Kobanê tevgera avahîsazî gelek kêm û gihaştiya astekê ku raweste. Şênî jî banga çareseriyan dikin da ku avahîsazî ji nû ve geş bibe û rê li pêşiya bêkariyê bê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA