ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hiqûqnas û berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got: “Binpêkirinên li Efrînê yên li dijî sivîlan rû didin, bi koordîne û fermana istixbarata Tirkiyê pêk tên. Me nasnameyên gelek jinên ku di dîmenan de derketibûn û di girîtgehên koma El-Hemzat de ne, belge kirine.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê got: "Tirkiye bi zanabûn ava çemê Firatê qut dike. Encamên wê yên neyînî jî êdî piştî kêmbûna asta avê bi rêjeya 167 cm li ser asta stûnî ya çemê Firatê, diyar dibin. Ev jî dide nîşan ku dê di demeke nêz de karesatek rûbide.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎLA

- Siyasetmedarên Kurd gotin: “Yekîtiya netewî ya Kurd dê çarenûsa Kurdan diyar bike û li Kurdistan û derveyî welat dê mafê wan biparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hêvî Silêman bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî sûcên hovane yên çeteyên Tirkiyê ku li dijî jinên Efrînê pêk tînin, şermezar kir û got: "Sûcên li dijî jinên Efrînê berdewama sûcên DAIŞ‘ê yên li Şengalê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Dayika wî bi bîra wî tîne ku dema ew 4 salî bû, bi gêziyê li tembûrê dida. Ji wê demê ve malbatê zanî ku dê Mihemed Bilko bibe tembûrvanê pêşerojê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwediyên mêrg û erdên çandiniyê, werza çandiniyê ya îsal diparêzin. Tevî vê yekê jî, heta niha zêdetirî 82 hezar donim ji erdan hatin şewitandin ku piraniya şewatan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêk hatine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Jînegeh û Şaredariyan a Qamişlo di pêkanîna tevahî projeyên xizmetguzarî yên çareyeka yekemîn a salê dereng ma. Şaredariyê diyar kir ku proje ji ber Koronavîrûsê dereng man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- PYD bi dirûşmeya ‘Karkirin Azadiye’ bi alîkariya bi sedan endamên sazî, nûner û meclisên Rêveberiya Xweser yên kantona Qamişlo, ji bo pêşxistina rihê fedekarî û kedkariyê pêngava xwe berdewam dike. Beşdaran gotin: “Ev pêngav hevgirtinê di nava pêkhateyan de çêdike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî zêdeyî du mehan ji rawestandinê Rêveberiya Kampa Girê Spî careke din dest bi pêşwazîkirina koçber kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kargeha zelalkirin û dagirtina avê ya ‘Roj Av’ yek ji kargehên sereke yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku destekê dide aboriya civakî ya herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA