ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî li pêşiya baregeha Amerîkayê ya navçeya Çelebiya ya bajarê Kobanê meşekê li dar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji ber nebeşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  ji komîteya destûrî xwepêşandanekê ji ber stada 12‘ê Adarê heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê du zarokên DAIŞ‘î yên nasnameya Avusturyayê  li deriyê Sêmalkayê radestî wezareta Derve ya Avusturyayê dikin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dadgeha Parastina Gel dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî kir, bi taybet ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên Ereb tekez kirin ku armanca Tirkiyê ya bicihkirina koçberan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tenê lîstikeke nû ye û bi wê yekê armanc dike ku demografiya herêmê jî biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hezaran xwendekarên Efrînê ji bo xwendina xwe bibin serî, di duyemîn sal a li kantona Şehba û navçeya Şîrewa de, berê xwe didin avahiyên niştecîbûnê yên ku wek dibistanan hatine amadekirin. Xwendekaran îsrar dikin ku ji bo temamkirina xwendina xwe, li hemberî hemû astengiyan serbikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Mamosteya beşa qanûnên navneteweyî Seifah Izolî tekez kir ku divê komîteya destûrê serbixwe be û îradeya tu aliyan paşguh neke. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Têkiliyan ê Meclisa Sûriya Demokratîk Bedran Hemo got: “Ne dûre  ku li Idlibê jinûve şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyan de derbikeve. Ji ber ku parêzgeha bakurê rojava ji her du aliyan re girîng e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ajokarên navçeya Dirbêsiyê ji şaredariyê xwestin ku rêyên hatine paşguhkirina bi taybet rêya diçe Hesekê sererast bike. Şaredariyê diyar kir ku niha derfetên wan kêm in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa hewl dide plansaziya xwe ya çaryeka dawîn a 2019`an de beriya zivistanê bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Eyin Îsa ya girêdayî herêma Firatê ji ber giraniya buhayê madeyên xwarinê gazinan dikin. Komîteya Zimhêrê jî ji ber cambaziya bazirganan nikare buhayê madeyan kontrol bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA