ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-06-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rûspiyên Efrîn û Şehbayê derbarê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî xelkê Efrînê de daxuyaniyekê li ber avahiya Hevbendiya Niştimanî didin, saet 13:00‘an.

-Şêniyên navçeya Girê Gelê sersaxî ji malbata Şehîd Nalîm Mûsa (Çekjîn) re dixwazin. Sersaxî li gundê Ebara tê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî ku ev çend roje rêya M4 hatiye vekirin, lê şênî ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tirs di rêyê re derbas dibin. Şênî destnîşan dikin ku rêya M5 jî bi dabîna Rûsya-Tirkiyê hatiye vekirin, lê çeteyên dagirkeriyê hertim şêniyan dikin hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Xeyr Şêxo destnîşan kir ku pêngava rizgarkirina Minbicê, bajar ji xeteriya dagirkeriyê xelas kir û careke din ronahî li bajêr vegerand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê tekez kir ku bi biliindkirina nirxê kirîna genim re, tu niyet an tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo bilindkirina nirxê madeya nan an tu madeyên din ên xwarinê tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî El-Husên tekez kir ku heta eşkerekirina  dateyên kuştina zarokê bi navê Xelîl Ebdulrezzaq û girtina sûcdaran, dê lêpirsîn dewam bike. Her wiha bang li şêniyan kir ku ji bo parastina zarokên xwe, çavdêriya wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Salih Muslim got: “Pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd erênî bû û di demek nêz de dê pêvajoya duwemîn destpê bike. Dê pêkhatina yekîtiyê bandorê li rewşa Sûriyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêra Giştî ya Partiya Ciwan a Avakirin û Guhertin Perwîn Îbrahîm bang li hikumeta Sûriyê kir ku nêrîn û daxwazên hemû pêkhateyên  Sûriyê guhdar bike û got: “Çareserî bi girtina nêrîna aliyekî tenê ne pêkan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Ji 1`ê Hizêrana 2016`an ve heta 75 rojan, beriya 4 salan Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Piştî 2 salan ji dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê, jiyana careke din li bajarê Minbicê û şêniyên wê hat vegeradnin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrînê, li Heleb û Şehbayê ji aliyê Kongreya Star ve meş tên lidarxistin, saet 17:00‘an. Desteya Jin a Herêma Efrînê jî daxuyaniyê dide, saet 11:00‘an, her wiha Buroya Jin a MSD‘ê daxuyaniyekê dide saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Efrînê yên li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeran ên li dijî jinên Kurd ên Efrînê çalakiyekê li ber avahiya NY‘yê li dar dixe û nemayekê radestî wê dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistinên jinan bêdengiya navdewletî ya li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybet li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi dehan gundewarên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo zehmetiyan di peydakirina ava vexwarinê de, dikişînin. Sedemên vê yêkê,  kehrebe bi saetan qut dibe, petrol tev li rûberên fireh ji zeviyên nêzî çemê El-Ehmîr bûye û derbasî nava ava hundirîn bûye. Ji ber wê av nayê vexwarin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên gundên nêzî sînor ji ber kiryarên artêşa Tirk ditirsin musimê xwe rakin. Cotkar dibêjin, erdên wan jêdera debara wan in, lê artêşa Tirk a dagirker wan û rizqê wan dike armanc. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA