ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Li herêma Dêrikê parka Şehîd Arîn Mîrkan tê vekirin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Gel a Qamişlo ji bo şermezarkirina dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî çalakiyeke protestoyî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajêr li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, roj bi roj rewş ji tevahî aliyan ve aloztir dibe. Ya herî girîng jî rewşên civakî û aborî ne. Ji wê zêdetir jî ne aramî heye. Li aliyekî dîtir jî dagirkeriya Tirk di siyasetên xwe yên guhartina demografiya herêmê û ferzkirina siyasetên tirkkirinê de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiya Yekitiya Suryan bi boneya salvegera 14‘emîn a damezirandina partiyê şahiyekê li hola Selam a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso got: “Gelên herêmê destûra ku nûnertiya tevahî pêkhateyan nake, red dikin. Divê di destûra Sûriyê de tevahî etnîk û pêkhateyên Sûriyê amade bibin. Wê demê dê îtîraf bi destûrê bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamegerê Sûriyê yê opozîsyoner Ela El-Xetîb got: “Şansê serkeftina komîteya destûrê tune ye. Ji ber ku ne di xizmeta sûriyan de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a "Xak û rumeta xwe biparêze, dagirker û DAIŞ tê bibe" civîneke berfireh li hola Nadî Roj a navçeya Tirbespiyê li dar dikeve, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Jinan a Sûriyê di bin druşmeya ‘Me yekîtiya xwe avakir, em biser ketin, em ê li berxwe bidin, xwe biparêzin, ji dagirkeriya Tirkiyê re na’  42 civîn li bajarê Minbicê û gundewarên wê lidar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kevana Zêrîn bi rengê jinan xwe ji mîhrîcanê re amade dike. Jinên hunermend dê bibêjin ‘Tu jî strana xwe ya azadiyê bibêje’ û di 14-16’ê Cotmehê de li Qamişlo tên ba hev. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul, di 2014’an de rehatiya xwe ya zêde ji cîranê xwe DAIŞ`ê re rave kiribû û gotibû: “DAIŞ ne dijminê me ye. Ew tevgerek siyasî, ne olî ye û îdeolojiya Tirkiyê tehdîd nake. Li gorî nêrîna Tirkiyê ev tevger hegemoniya xwe li Sûriyê û Iraqê fireh dike û nexşerêyên xwe li piraniya dewletên cîhanê eşkere dike.’ (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Pêşengeha "Banga şarestaniyê" ya der bare binpêkirnên dagirkeriya Tirk li Efrînê de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê vekirin û dê du rojan dewam bike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li sûkên navçeya Girgê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo, bihayên daneyên xwarin û sebzeyan bilind bûye. Ev jî li ser şêniyan bar e. Li gel wê jî di navbera bihayên ku firoşgeh tiştan pê difiroşin de cudahî heye. Buroyên zimhêrê ji Odeya Bazirganiyê daxwaz kir ku lîsteyên nirxan derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Kobanê ji ber kêmbûna mazotê bi dehan cotkarên kantonê jeneratorên hilmijên avê rawestandin. Ev jî dibe sedemê avnedana çandiniyê û paşketina çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA