​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 9-11-2022`YAN

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Ehmed Egle li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin ku li gundê Tirwaziye yê li ser rêya navneteweyî di navbera navçeyên Til Temir û Eyn Îsayê de şehîd bûbû saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo sersaxiyê ji malbata şehîd Mîtan Şoreş re dixwaze ku di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûbû saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê cenazeyên 10 welatiyên koçber bûne li beravên Cezayîrê noqî bin avê bûne saet di 11:00`an de werdigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo û malbatên şehîdan welatparêz Yusif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mezlûm Gulo li pêşiya çerxeriya şehîda Yusif Gulo ya Qamişlo bi bîr tîne saet di 14:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Îro salek di ser şehîdxistina Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed re derbas dibe. Malbata Gulo soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû kir û diyar kir ku "Em ê ji rêya welatparêziyê venegerin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnas û endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê Hekîm Ebdulkerîm, tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda siyasî û dermirovî bi nav kir û ne li gotî tu qanûn an jî urfan e û got: "Dewleta Tirk hemû peymanên navneteweyî û bendên biryara "Mafê Hêviyê" ya di destûra xwe de bin pê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn ku êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên ‎li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê îsbata têkçûna wê ya li ber îradeya gerîlayan e. ‎Rewşenbîrên Tebqayê jî diyar kir ku zêdebûna van êrişan ji ber bêdengiya navneteweyî ya ‎domdar e. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevan Dijwar Axa da zanîn ku belavbûna çeteyên HTŞ’ê li gelek herêmên dewleta Tirk dagir kirine bi armanca "avakirina kembera terorîst a nû li bakurê Sûriyê" ye û her wiha amadekirina hêzên perwerdekirî ji bo çi şerekî di pêşerojê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Hunergeha Welat strana “Serok” ji nû ve saz dike ku ji aliyê Koma Agirî ve li Helebê sala 1991`an hatiye derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Bi beşdariya xwediyên hespan û saziya sewalvaniyê navendeke hespan li Girkê Legê ya kantona Qamişlo vedike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo ku sûd ji axên çandiniyê wergirin û destekdayina aboriya civakî bê kirin û herêm bighêje asta xwetêrkirinê, Koperatîfa Aborî ya Jinan a Tirbespiyê dest bi çandina 20 donim bi sebzeyên zivistanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca dabînkirina dermanên tune û pêkanîna pêdiviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dermanan yek ji welatiyên Tebqayê kargeha çêkirina dermanên avî (vexwarina şil) weke gava destpêkê vekir û dê di demên pêş de jî heban jî çêke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Çarşema borî li bajarê Pretoria yê Afrîkaya Başûr rêkeftina aştiyê di navbera hikumeta Etiyopyayê û serokên herêma Tîgrayê de ji bo bidawîkirina şerê li bakurê welat hate ragihandin. Gelo dê ev rêkeftin dê şerê navxweyî bi dawî bike? (BI WÊNE)

ANHA