-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.
-Şopandina pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê.
-Şopandina çalakiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
- Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûrê ya bajarê Helebê gotin, ku divê"artêşa wetenî ya Sûrî"bikeve lîsteya terorê ya cîhanê.(BI WÊNE DÎMEN)
-Meclisa Mlabatên Şehîdan û Mala Gaziyan ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê û êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li taxa Til Hecer meşek orgenîze kirin saet 11:00`an.(BI WÊNE DÎMEN)
-Hêzên Parastina Civakî ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe saet 11:00`an.(BI WÊNE DÎMEN)
-Rêwîtiya nehan ji rêwîtiyên vegerê yên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo koçberên Dêrazorê re ragihandiye dimeşîne saet 12:00`an.(BI WÊNE DÎMEN)
-Şêniyên Dêrikî serdana konê sersaxiyê yên şehîdan li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan li Dêrikê dikin saet 1:00`an.(BI WÊNE DÎMEN)
DOSYA
- Her ku êrişên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dibin, plansaziyên dewleta Tirk ên dixwazin pêk bînin jî eşkere dibin.(BI WÊNE DÎMEN)
PANORAMA
- Di hefteya derbasbûyî de ji ber têkçûna civînên komîteya destûrî, şerên dijwar li "Herêmên bêçek" li Idlibê rû dan. her wiha Misr jî li dijî peymana Tirkiyê bi hikumeta El-Serac re li asta navdewletî tevger dike. Şerê axaftinan li atmosfera lûtkeya NATO`yê serwer bû.(BI WÊNE)
POLÎTÎKA
- Biradost Mîtanî destnîşan kir ku YPG û YPJ`ê rolek pêşeng di vejandina kurdên Sûriyê de lîstin û bi rêya berxwedanê serkeftinên mezin ji bo dîplomasiya kurdî li ser asta cîhanî bidest xistin.(BI WÊNE DÎMEN)
BERXWEDANA RÛMETÊ
- Şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî di nav şertên dijwar de li gel kêmbûna nan dijîn. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên genim ên kantonê talan kirin.(BI WÊNE DÎMEN)
- Şêniyên Zirganê yên ji ber êrişan neçarî koçberiyê bûn vegeriyanê warê xwe anîn ziman ku hîna jî xeteriya êrîşan li ser wan heye û gotin: “Ew warê me ye û em naxwazin dîsa neçarî koçberiyê bibin.” (BI WÊNE DÎMEN)
- Bi zêdebûna sarbûnê û astên barîna baranê re barana zivistanê ya bi xêr vediguhere xezebê ji bo koçberên Serêkaniyê yên ku li Kampa Waşokanî dimînin. Koçberan bang li rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê kirin ku bi Rêveberiya Xweser re koordîne bikin û alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.(BI WÊNE DÎMEN)
ANHA