ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 25-9-2022`YAN

Şêniyên Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Akademiya Teknolojiyê ya şehîd Beşîr, avahiya akademiyê li kolana Wehda ya Qamişlo vedike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedad a Hesekê li dijî kuştina Mehsa Emînî ji aliyê desthilata Îranê ve dimeşin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kampa Weşûkanî ya Hesekê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî xwepêşandan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerekî rasterast li dijî gelên herêmê dimeşîne û gel ji pêwîstiyên sereke yên jiyanî mîna av û kehrebeyê bê par dihêle. Mele Eyûb diyar kir ku şêniyên navçeyê bi xaka xwe ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îsal li gundewarên Minbicê hezar û 80 hektar garisê zer hatiye çandin, lê cotkar bi pirsgirêka kêmbûna ava çemê Firatê re rû bi rû ne, tevî ku komîteya çandiniyê destekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bi lez û bez kar dike da ku ava vexwarinê ya kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa dezenfekte bike û rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên gerîlayan ên li taxa Şêxmeqsûdê û ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku tu hêz nikarin wan têk bibin û got ew ê li ser şopa gerîla, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêvberiyê Akademiya Civaka Demokratîk Mûse Xelîl piştrast kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan dê ji sîstemên desthildar re derbeyek be, ji ber vê yekê hewl didin bi rêya tecrîdê azadiya gel têk bibin. Her wiha diyar kir ku dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Pirsgirêka malbatên DAIŞʹî yên biyanî yên li kampa Holê dewam dike. QSD pêngavên xwe yên ewlehiyê didomîne da ku rewşa kampê ji bin kontrolê dernekeve, hêzên navneteweyî jî ji berpirsyariyên xwe yên çareserkirina vê pirsgirêkê direvin. Pisporekî komên îslamê anî ziman ku encamên bêxemiya li hemberî vê pirsgirêkê dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Di demekê de ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn seferberî û gefa bikaranîna çekên nukleerî ragihand, paşvekişîna leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê gelek pirs li ser rêveçûna bûyeran li wir û bandora wê li tevahiya cîhanê derxistin holê. Gelo li qadê û di siyasetê de çi guherî û rewş ber bi ku ve diçe?

CÎHAN

Li dijî rewşa xizmetguzariyê û rewşa jiyanî ya xirab li parêzgeha Siwêdayê xwepêşandan li dar ketin. Ji ber nakokiyên Çarçoveya Hemahengî û Tevgera Sedr aloziya siyasî ya li Iraqê dewam dike. Li Îranê jî xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî berfireh dibin.

ANHA