ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 22-01-2020`AN

--Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê yên berxwedêr bi boneya derbasbûna du salan li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê û ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê dimeşin saet 13:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Malî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdara îradeyên malî û mizaxtina sala 2019`an eşkere kir. Her wiha rêzeproje di plansaziya sala nû de danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografiya bajarê Serêkaniyê didomîne. Li gorî çavkaniyan dagirkerî hezar û 500 malbatên çeteyan li bajêr bi cih kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yek ji fermandarên  QSD‘ê Ronî Tolhildan girêdayî rewşa meydanî ya Eyn Îsa û rêya M4 axivî û got: "Dagirkeriya Tirk siyaseta şerê taybet li ser sivîlan dimeşîne. Da ku hejmareke mezin a niştecihên resen koçber bike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Tevliheviya ku dewleta Tirk li herêmê çêdike, sînyalên vegera rêxistina DAIŞ`ê dide ku ewlehiya navneteweyî jî  tehdît dike. Ji ber wê pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî  gaveke cidî di vê pêvajoyê de biavêjin û stratejiyên xwe li herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne deynin û ewlehiya herêmê xurt bikin. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce got: "Dewleta Tirk berpirsê qetilkirina gelê Lîbî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kovan Keno diyar kir ku dewleta Tirk li gorî siyaseta xwe ENKS`ê bi rêve dibe û yekitiya kurdî asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên eşîrên Kurd ên herêma Firatê gotin: “Parçebûna siyasî bandorek nerênî li ser hevbeşiya xebata kurdî li hemberî destwerdanê derve dike. Bi taybet li hember êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê kelha kurdî ji hundir ve were parastin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Desteya Çand û Hunerê ya şaxê Efrîn bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê amadekariya Mihrîcana çaremîn a Mîtan dikin. Dê vê carê mîhrîcan li Şehbayê lidar bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê, projeyên xwe sekinadibûn. Şaredariyê, nû dest bi hinek projeyên 2019’an kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên navçeya Tilberak a girêdayî kantona Qamişlo, amadekariyên danîna şitlgehên demsala havînê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA