Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Kesk a Demokratîk ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn û şerê li dijî herêmê, civînekê li Tebqayê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)
Desteya Çand û Hunerê li gundê Sinciq Sadûn ê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo navendeke çand û hunerê vedike saet di 09:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên li herêmê civînekê li nivîsgeha PYD`ê ya li navçeyê li dar dixe saet di 10:00 de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên herêma Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li Kobanê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Yekitiya Ciwanên Şoreşger li naveçeya Dêrikê semînerek li ser destwerdana lezgîn û bikaranîna çekdan ji endamên yekitiyên girêdayî Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) re li dar dixe saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Otobusa gerok ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitina Jinên Ciwan ve ji bo belavkirina pirtûkên rêber Abdullah Ocalan hatiye orgenîzekirin, li gundên Koçerat ên Dêrikê digere saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xizmên gerîlayên HPG/YJA Starê ku hinek ji wan bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin, destnîşan kirin ku PDK`ê, Erdogan ji xwe kiriye bav û bira û gelê Kurd kiriye dijminê xwe û bang li gelê Başûrê Kudistanê kirin ku li ber siyasetên xiyanetkar ên PDK`ê rabin û bêjin êdî bese. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku qanûnên navneteweyî tenê li ser kazexan in, ne wisa bûya dewleta Tirk dê sûcên xwe li dijî rêber Abdullah Ocalan rawestandana. Şêx Muslim got li Tirkiyê tevî mafê hêviyê gelek mafên din jî tên paşguhkirin(BI WÊNE Û DÎMEN).
Hevseroka MSD`ê Emîne Umer komxebatên şêwirê yên hêz û kesayetên demokratîk bi girîng nirxandin ku bi rêya wê dê bigihêjin çareserkirina aloziya Sûriyê. Her wiha diyar kir ku ev komxebat, dê berdewam bikin heta Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî li dar dikeve ku dê Sûriye bigihîne zivirîneke din û ji bo çareserkirina aloziyê dê bibe însiyatîfek. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Desteya Perwerde û Fêrkirinê waneyên êzdayetî û îslam jî xistin nava materyalên xwendinê, di heman demê de amadekariyên materyala ola xiristiyanê jî tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Rojnamevan û lêkolînerê kar û barên terorîst ê ji Misirê Elaa Ezmî diyar kir ku hêzên navneteweyî dixwazin pirsgirêka kampa Holê dewam bike da ku di pêşerojê de armancên siyasî pêk bînin û got, dagirkeriya Tirk a li bakurê Sûriyê têkoşîna QSDʹê ya li dijî DAIŞʹê asteng dike.(BI WÊNE)
Di destpêka her saleke xwendinê yê nû de azarên xwendekaran li kantona Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrewa yên kantona Efrînê ya dagirkirî ji ber dorpêça hikumeta Şamê û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê, nû dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
CIVAK Û JIHAN
Ji ber desteka ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, îsal çandina pembo li Minbicê geş bû. Cotkaran diyar kir ku kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bandor li berhemên wan kir û bang kir ku navendên kirîna pembo li herêmê werin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ROJHILATA NAVÎN
Sûrî bi fikar in ku nexweşxaneya kolerayê belav bibe, nemaze ku bakur û rojhilatê wê ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê av kêm e. Çavkaniyên pê bawer diyar kirin ku Çarçoveya Hemahengiyê diyalog bi hêzên sunnî û kurdî re pêk anîn da ku rengê giştî yê hikumeta bê, bêyî amadebûna Tevgera Sedr diyar bikin.(BI WÊNE)
ANHA