ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-11-2022`YAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan salvegera 44`an a damezirandina PKK`ê li gundê Til Xenzîr Jorîn ê navçeya Dêrikê pîroz dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

8`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li navenda HRRK`ê ya Qamişlo didome saet di 16:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Pêşandana fîlmê Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo didome saet di 16:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Mudîrê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê Seyid Ebdulfetah diyar kir ku ji bo naskirina doza Kurdî bi cîhanê û eşkerekirina sûcên li dijî Kurdan cengeke navneteweyî tê meşandin û destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî sedema sereke ya domandina sûcên dagirkeriya Tirk e. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Hunermendên Kobanê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê garatniya azadiya hunermendan e. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa hewletên dewleta Tirk a dagirker ên tevkariya Îxwan Mislimîn di desthilata Sûriyê de bi rêya "rejîma Sûriyê" eşkere kirin, lê ev yek bi dûr xist. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

JIN

Piştî bajarê Vîrona Evdkê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin, li ser bajarê wê li şûna rojê, tarî belav bû. dagirkeran coşa rengan, bîranîn û tabloyên wê talan kirin. Lê niha xewna vegerê bo Serêkaniyê bi vîna jina azad xêz dike û dibêje: “Ez jinek im ku ji zika şoreşa Rojava hatime dinê kes nikare rîşa min bişikîne.” (BI WÊNDE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Endamê Partiya Demokrat a Amerîka Dr. Mihdî Efîfî diyar kir ku dûr e ku guhertin di siyaseta DYAʹyê ya li hemberî Rojhilata Navîn de çêbibe û got: "Hizra derketina DYAʹyê û vekişîna wê ji Rojhilata Navîn ne di rojevê de ye." (BI WÊNDE)

Pisporê jîngehê yê urdinî Dr. Sufyan Arif El Tel guman kir ku Lûtkeya Avhewayê ya Cop 27′an nikare çareyekê ji krîza guhartina avhewayê re pêk bîne û got: "Ji berjewendiyên şîrketên mezin zêdetir girîngiyê bidin mirovan." (BI WÊNDE)

ANHA