ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 1-10-2020`AN

-Şopandina bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Gerînendeya Pîşeyî û Odeya Pîşesaziyê ya herêma Firatê bi koordîneya şaredariya Sirînê kevirê bingehîn a bajarê pîşeyî li navçeyê Sirînê datîne saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Kobanê di çarçoveya hemleya Êdî bes e dagirkerî dem dema parastina şoreşê ye de dest bi lidarxistina rêzecivînan ji şêniyan re dike da ku geşedanên dawîn ên li herêmê şîrove bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku dewleta Tirk û piştevanên wê, tecrîdê girantir dikin da ku perspektîfên rêber Abdullah Ocalan negihêjin gelên herêmê, aloziyên wan bi dawî nebin û aştî li rojhilata Navîn peyda nebe û şer bidomin. Saroxan pişrast kir ku gelê herêmê bi rêya rêxistina xwe Îmralî veguherande cihê berxwedanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedar û malbatên şehîdan ên Girkê Legê berdewamkirina tecrîdê li ser Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve bi astengkirina aştiyê û çareseriyên pirsgirkên Rojhilata Navîn bi nav kir û piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya çeteyan li herêmê serwer be. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

- Êlên Ereb û Kurd bang li hemû eşîrên Ereb û Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek û rê nedin fitneya ku pêşeroja gelê Sûriyê dike xeteriyê û wiha got: "Bi yekitiya rasteqîn û niyetên baş, em ê xaka xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Cemal Şêx Baqî metirisiya xwe anî ziman ku kiryarên PDK`ê li ser sînorê Rojava wekî berdewamkirina rola Tirkiyê ya dorpêçkirina herêmê be û hêvî kir ku diyaloga Kurdî-Kurdî wekî amûreke şantajê li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser neyê bikaranîn. Şêx Baqî wiha got: "Heke hikumeta Başûr sedemên vê gavê diyar neke, dê gumanên me li cih bin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên Sûriyê bal kişand ser hevgirtin û yekitiya gel û pêkhateyên Sûriyê li dijî destwerdana derve û dagirkeran. Her wiha piştrast kir ku yekitiya dîrok û çarenûsê, gelên herêmê tîne gel hev. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Komîteya Jinan a Reqayê, destpêka sala borî plan û projeyên pêşerojê danîbû û di du salan de pêk anî. Bi vê yekê komîteyê nêzî 5 hezar derfetên kar ji jinên bajêr û gundan re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Komîteya biryardayînê ya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî ji bo xelata mîhrîcanê 5 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm hilbijart û peykera jina Kurd wekî nimûneya xelata mîhrîcanê hat pejirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA