Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê xwepêşandanên li Idlibê, tirsa Lubnanê ji derbeya Îsraîlê, rewşa li Sûdanê û Tirkiyê de nivîsî.

Rojnameya Şerq El-Awsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsî: "Di roja heftemîn a agirbestê de bi sedan xwepêşandêr li parêzgeha Idilbê kom bûn, li dijî şerê ku rejîma Sûriyê bi mehan e li bakurê rojavayê welêt dewam dike.

Nêzî hezar xwepêşandêran li qada sereke ya deriyê sînor Bab El-Hewa li ser sînorê Tirkiyê kom bûn, alên dijber hildan û doza hiweşandina rejîmê kirin û hevalbendê wê jî Rûsya protesto kirin. Li ser pankartekê nivîsîbû "Şoreş raman e, raman jî namire", wan behsa tevgera gel a ku sala 2011`an dest pê kiribû dikir ku bi xwînê hate perçiqandin, her wiha hin pankartên li dijî Rûsyayê jî hatin hildan.

Niha li Idlib û derdora wê ku di bin desthilata hêzên çekdar de ye, agirbesta ku Moskovê roja 31`ê Tebaxê ragihandibû, dewam dike. Piştî ku 3 mehan hêzên rejîmê û yên Rûsyayê herêm bombebaran kirin û di encamê de nêzî 960 sivîlan jiyana xwe ji dest da li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê.”

El-Ereb: Lubnan ji êrîşeke Îsraîlê ditirse

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên Beyrûtê diyar kir ku berpirsên payebilind ên Lubnanê ditirsin ku Îsraîl dê êrîşî baregehên Hizbullahê bike ku guman heye ew baregeh cihên çêkirina moşekan in. Tirsa lubnaniyan ew e ku Amerîka pişta xwe bide wan, piştî ku rêveberiya Amerîkay ya niha xwe daye aliyê Îsraîlê.

Çavkaniyan diyar kir ku serokê komarê Mîşêl Ewn ev tirsên xwe ji koordînasyonê Neteweyên Yekbûyî yê Lubnanê Yan Kopeesh re ragihand û got "Çi êrîşek li dijî serweriya Lubnanê û axa wê dê li gorî mafê parastinê yê rewa bê bersivandin û Îsraîlê dê berpirsyariya encaman hilgire".

Axaftinên Ewn di demeke wiha de hatin ku hin nîşanên mezin hene ku dê Îsraîl li dijî Lubnanê êrîşekê pêk bîne, ji van nîşanan jî axaftina telefonê di navbera serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîr Saad El-Herîrî de bû ku Macron doza aramiya li ser sînorên başûrê Lubnanê kir.

Lê çavkaniyên Lubnanê dibêjin ku nîşanên herî bitirs nameya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bû ku Lubnan der barê kargehên moşekên Hizbullahê de hişyar kir û doza tunekirina moşekan kir.”

Sûdan

Rojnameyê Şerq El-Awsat der barê rojeva Sûdanê de wiha nivîsî: "Piştî ku hikumeta sivîl li Sûdanê hate ragihandin, Yekitiya Afrîkayê endamtiya Sûdanê vegerand, tê payîn ku wezîrên nû îro yan sibe sûnd bixwin.

Yekitiya Afrîkayê meha Hezîranê piştî ku Meclisa Leşkerî hatibû ser desthilatê, endamtiya Sûdanê betal kiribû, daxwaza Yekitiya Afrîkayê ew bû ku welat radestî hikumeta sivîl bê kirin.”

Îran

Rojnameya Şerq El-Awsat der barê diyalogên DYA û Îranê de nivîsî: "Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark  Esper diyar kir ku Îran bi awayekî giran nêzî rewşê dibe ku dikare diyalog bê kirin. Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace jî da zanîn ku London dê di mijara diyaloga bi Îranê re piştgiriya hevalbendê xwe DYA’yê bike.

Serokatiya Fransayê jî duh diyar kir ku diyalog dewam dikin der barê dosyaya nukleerê ya Îranê de, piştî ku serok Emmanuel Macron û Donald Trump bi telefonê axivîn û mijara kêmkirina cezayên li dijî Îranê gotûbêj kirin.

Jad Dary, cîgirê Trump û cîgirê sekreterê çapemeniyê yê Koşka Spî, duh li ser Twitterê nivîsî "Serokê Amerîkayê ji hempîşeyê xwe yê Fransayê re gotiye ku Amerîka dê di vê pêvajoyê de cezayan ji ser Îranê kêm neke."

Tirkiye

Der barê rojeva Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Duh li seroka bajêr a Stenbolê ya CHP’ê Canan Kaftancioglu cezayê 10 salan ê zindanê hate birîn, bi tawana "propagandaya terorê" û "biçûkkirina serokê dewletê". Di vê nevbarê de serokkomar Erdogan gefan li dijberê xwe dixwe û li gorî desthiata ku di destê wî de wan dixe zindanê.

Berpirseke Partiya Komarî ya Gel (CHP) got "Canan Kaftancioglu bi 9 sal û 8 mehan zindanê hate cezakirin.

Berpirsa partiya dijber diyar kir ku Kaftancioglu dê niha neyê zindanîkirin, dê li benda dadgeha lêvegerê ya piştî şeş mehan bin.

Kaftancioglu we pêşenga hemleya Ekrem Îmamoglu ya hilbijartinê bû ku Adara derbasbûyî li Stenbolê pêk hat û meha Hezîranê hate dubarekirin û li dijî namzetê Erdogan bi ser ket."


Mijarên Din