Rojeva çapemeniya erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê guhertinên lezgîn yên li Idlibê, pevçûnên li Lîbyayê, kiryarên dewleta Tirk li dijî serokên şaredariyan û rewşa li Sûdanê de nivîsîn.

El-Ereb: Enqere dijminahiya Moskovê dike û cara yekemîn li Sûriyê nêzî Amerîkayê dibe

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameyê nivîsî: "Li bakurê Sûriyê guhertinên dramatîk çêbûn, dibe ku li ser axa Sûriyê di nava hêzên herêmî de pevçûn çêbe. Guhertina herî mezin ku Idliba bakurê rojavayê Sûriyê rû da, ew e ku Tirkiye bi lez xwestibû bi dehan erebeyên leşkerî û panzeran û cebilxaneyê bigihîne Cebhet El-Nusra ku ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye asteng kirin, li bajarê Xanşêxûn ê stratejîk.

Hewldana Tirkiyê hêzên asmanî yên Sûriyê û Rûsyayê hate astengkirin û Şamê got Tirkiyê piştgiriya terorîstan dike… ev cara pêşî ye ku Enqere û Moskov û Şam têne hember hev, ji dema ku Tirkiyê di sala 2015`an balafireke Rûsyayê li Laziqiyê anî xwar.

Çavdêr dibêjin ku ev tevgera Tirkiyê 2 tiştan diyar dike: yek; di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de tu lihevhatinên radestkirina Idlibê beramberî rojhilatê Firatê, tune ye. Hin aliyan gotibûn ku dibe lihevhatineke wiha hebe, bi taybet ku Enqere li hember pêşketina artêşa Sûriyê ta niha bê deng bû.

Ya duyemîn jî ew e ku Tirkiye dê ji lihevhatinên xwe yên bi Rûsyayê re vegere, piştî ku bi Washingtonê re der barê herêma ewle de gihîşt lihevhatinê.

Her çi qas Tirkiyê behsa yekitiya axa Sûriyê dike jî û dibêje ku ew ji bo vê armancê şerê Kurdan dike, lê rastiya li ser erdê berovajî wê ye, Tirkiyê her tim bakur Sûriyê wek parçeyekî axa Tirkiyê dihesibîne û dibêje ev parçe di peymana Lozanê ya sala 1923`an jê hatiye standin û niha jî dem hatiye ku bête vegerandin".

Şerq El-Awsat: Hewldanên bilezkirina avakirina Meclisa Serwer û El-Beşîr jî li dadgehê ye

Der barê geşedanên li Sûdanê de rojnameyê nivîsî: "Bi hezaran xwepêşandêrên Sûdanê duh di xwepêşandana li pêşiya avahiya partiya neteweyî ya Sûdanê, xwestin ku bazarên partiyan rawestin û xebatên avakirina "Meclisa Serwer" bêne lezkirin."

Serokê komîteya siyasî ya meclida demkî Şemsedîn El-Kibaşî du diyar kir ku `hêzên veguherînê` navê hin namzetên xwe paşve kişandine û xwestine ku 48 saatan muhlet bidin wan da ku navên din diyar bikin.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Di vê navberê de, duh darizandina serokê berê yê Sûdanê Umer El-Beşîr destpê kir, dê darizandin der barê tewanên mîna gendelî, berhevkirina pereyên zêde û peydakirina pereyên biyanî. El-Beşîr di yekemîn rûniştina dadgehê de kete rekehê, wî riya xwe kur kiribû û kiras û şaşika spî li xwe kiribû.”

Lîbya

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Şepêla Îslamî ya Lîbyayê ku li paş hikumeta Wifaqê veşartî ne, hewl didin pevçûnên bi artêşa Lîbyayê re, ji Trablusê anku ji rojava veguhêzin herêmê başûr, bi alîkariya çeteyên Tşadê, da ku arîşeyê di navbera êlên Ereban û pêkhateya Tebûyê de pêk bîne."

Rojnameyên her wiha nivîsî: "Duh ‘Hêzên Parastina Başûr’ bi fermandariya Hesen Mûsa ku ji pêkhateya Tebû ye, bi piştgiriya çeteyên Tşadê, dest danî ser bajarê Mezrq ê başûrê Lîbyayê, piştî ku artêşê beriya hefteyekê ew bajar vegerandibû."

Şerq El-Awsat: Trump; dê ‘Lihevhatina Sedsalê’ piştî hilbijartinên Îsraîlê bê ragihand

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew plana aştiyê ya ku şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner amade kiriye, piştî hilbijartinên Îsraîlê yên meha Îlonê, eşkere bike. Her wiha diyar kir ku dibe ew hin tişt û xalên plane beriya hilbijartinan jî diyar bike."

Tirkiye

Rojnameya El-Ereb der barê rojeva Tirkiyê de nivîsî: "Hikumeta Tirkiyê duh 3 serokên şaredariyan yên partiyeke alîgirê Kurdan li 3 bajaran ji erkên wan dûr xistin û li şûna wan hin rayedarên hikumetê erkdar kirin. Her wiha 400 kes bi gumana ku têkiliya wan bi çekdaran re heye, girtin. Ev yek dê li herêma başûrê rojhilatê Tirkiyê arîşeyekê çêke ku ev herêm piraniya wan Kurd in, di heman demê de hikumet çewisandina opozîsyonê zêde kiriye."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, gelek guherînên makezagonî pêk anîn da ku karibe dest deyne ser gelek şaredariyên Kurdan ku bi hilbijartinan ketin destê dijberê wî, Erdogan hîna ji derbeya windakirina şaredariya Stanbolê hişyar nebûye."


Mijarên Din