Rojda Felat: Şerê li dijî DAIŞ`ê hê jî dewam dike

Ji fermandarên QSD`ê Rojda Felat di kongreya Konfederasyona Demokratîk a Jinên Kurd a li Îtalyayê de axivî û diyar kir ku şerê wan ê li hember DAIŞ’ê hê jî berdewam dike.

Konferansa ku roja înê dest pê kir û îro bi dawî dibe, bi beşdariya akademîsyenên ji gelek deverên dinyayê pêk hat. Bi navê QSD'ê Rojda Felat beşdarî panela "Mifteya şoreşên civakî: Azadiya jinan" bû.

Rojda Felat bal kişand ser destkeftiyên dîrokî yên li Kobanê li dijî DAIŞ'ê û got: "Şerê li Kobanê bandor li tevahiya dinyayê kir."

Rojda anî ziman ku ev navneteweyîbûn erênî ye û destnîşan kir ku YPJ jî bi vî rengî xurttir bûye. Rojda got "Jinên Kurd bi rastî jî mînaka lehengiyê nîşan da" û diyar kir ku gelekî girîng e ku îradeya jinan hate nîşandan.

Rojda Felat diyar kir ku divê bêhtir piştevaniya YPJ'ê bê kirin û ragihand ku têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hê jî didome û metirsî heye ku DAIŞ ji nû ve derkeve holê û wiha axivî: "Hevalên me li her qadê parastina gel dikin."

Felat şervanên jin ên enternasyonalîst jî bi bîr anîn û got: "Daxwaza wan afirandina jiyaneke hevpar û azad bû."

Di berdewamê de Rojda Felat destnîşan kir ku ew bi hev re dikarin jiyaneke birûmet û azad ava bikin û axaftina xwe bi gotina "Jin jiyan azadî, bê Serok jiyan nabe" bi dawî kir.

Panela jineolojiyê

Panela jineolojiyê jî bi beşdariya Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul, ji Tevgera Jinên Kurd Hanim Engîzek, ji Tevgera Femînîst a Îtalyayê Gîada Bonû û seroka giştî ya ARCI Francesca Chîavaccî pêk hat.

Haskar Kirmizigul qala jineolojiyê kir û bi taybet zanistiyên civakî yên heyî rexne kirin ku jinan paşguh dike. Kirmizigul destnîşan kir ku ji bo aqûbeta şoreşên din ji bo jinan dubare nebe, pêwîstiya wan bi zanista jinan heye.

Haskar Kirmizigul got "Armanca jineolojiyê mayîndekirina têkoşîna me ya 40 salî ye" û anî ziman ku sîstema konfederal li her qadê bi rengekî xweser hatiye birêxistinkirin û got "Nabe ku rêxistiniya jinan tenê bi Rojava bê sînordarkirin."

Kirmizigul her wiha qala birêxistinbûna Rojava ya li derdora jineolojiyê jî kir.


Mijarên Din