‘Rojava bihişta me ye, parastina wê bikin’

Bi destekî xwe bi gopalê girtiye û bi destê din pankarta bi nivîsa"DEFND ROJAVA"hilgirtiye, lê belê tevî ku bi zimanê Îngilîzî nizane, dizane ku wateya wê"Parastina Rojava bikin" û wiha bi lêv kir"Rojava bihişta me ye, parastina wê bikin".

Îro bi boneya Roja Cîhanî ya Rojava û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û bang li civaka navdewletî kirin ku dagirkeriya Tirkiyê derbixin.

Yek ji bajarên ku daketin qadan jî, Qamişlo ye. Bi hezaran ji pêkhateyên wê  daketin qadan û pankart, wêne, wêneyên şehîdên canê xwe di oxira parastina herêmê dane, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û ala QSD`ê hilgirtin.

‘Parastina Rojava bikin’

Tişta bal kêş di xwepêşandana girseyî li Qamişlode, xetyarkî bi destekê xwe dabû ser gopalê xwe û bi destê din pankartek bi nîvîsa"DEFEND ROJAVA"rakiribû, tevî ku nizane bi Îngilîzî bixwînê, lê belê dizane ku tê wateya"Parastina Rojava bikin”got, Rojava bihişta me ye.

Pîremêrê bi navê Ebû Mihemed ku bi zorê diaxivî wiha got: “Welatê min tê qirkirin, ser rûyê erdê Rojava bihişt e, her kes dixwaze bihişta me wêran bikin, bihêlin em bijîn, me parastina cîhanê kir, çima kes parastina me nake?Me xaka kesî dagir nekiriye, ne jî kes qetilkiriye, ji ber vê parastina cineta me Rojava bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din