Roja 36’an a şer û Berxwedana Rûmetê... êrişên dijwar li gundên xiristiyanan ên Til Temirê

Bi rasthatina serdana duh a Erdogan a li DYA’yê û hevdîtina bi Trump re, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cehbet El-Nusra êrişên dijwar li gundewarên Til Temir û Eyn Îsayê pêk anîn û her wiha tevahî gundên ku tê de Suryan, Kurd û Ereb niştecih in, hedef girtin. Di encamê de ji gundewarên Til Temirê koçberiyeke zêde çêbû.

Duh li gundewarên Til Temirê êrişên berfireh di roja 36’emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi hewldana dagirkirina rûbereke mezin, pêk hatin û komkujî li dijî pêkhateyên herêmê çêbûn.

Til Temir

Duh, dîsa artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rasthatina serdana Erdogan a DYA’yê û hevdîtina bi Trump re, êriş li dijî gundewarên Til Temir û Zirganê pêk anîn. Li aliyekî dîtir jî balafirên şer û keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zirganê ya Serêkaniya dagirkirî, digerîn.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Til Tewîl ê ku tê de Suryan, Asûr, Kurd û Ereb hene, topbaran kir. Li aliyekî din jî artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Ezîziyê, Dawûdiyê, Mezreeyên Asûr û cihên dîrokî yên li gundewarên Til Temirê kir. Li rexê jî pêleke mezin a koçberiyê ji herêmê çêbû. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan û QSD’ê bersiva hemû êrişan da; panzêreke artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundê Ezîziyê rûxand, gelek kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê çêbûn.

Girêdayî mijarê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Ebcer Yaqûb piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li derdora bajarê Til Temirê bûn sedema koçberiya bi sedan şêniyên Suryan. Yaqûb diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên niha, yekser Suryanan dikin hedef.

QSD’ê daxuyand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi firokeyên bêpîlot êriş dikin û gundewarên Rîhaniyê, Amiriyê, Erbîn, Feyseliyê, Menher û Mehmûdiyê dagir kirin.

Eyn Îsa

Li herêma Eyn Îsayê ya bakurê Girê Spî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi firokeyên bêpîlot û topavêjan herêmên sivîlan li gundên Mesûdiyê, Kenterê û Hoşê bi hewldana berfirhekirina dagirkirinê, bombebaran û topbaran kirin. Li aliyekî din jî çeteyan hewl da bi rêya erebeyên leşkerî derbasî herêma ‘Xeft Salim’ bibin û gund dagir bikin. Lê belê QSD’ê bersiva êrişan da û neçarî vekişînê kir.

QSD’ê piştrast kir ku di êrişên duh de 4 şervan şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Bi rasthatina êrişên li dijî gundewarên Til Temirê û Eyn Îsayê ve, çeteyên bi navê Dirî El-Firat ên dewleta Tirk bi çekên giran êrişî nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir. Êriş ji gundê Yaşli ber bi gundê Um Edesê yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê ve pêk hat.

Mazlûm Ebdî: Di dema hevdîtina Trump-Erdogan de dewleta Tirk bi dijwarî êriş kir

Mazlûm Ebdî da xuyakirin ku di heman dema Trump û Erdogan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke dijwar bir ser navçeya Til Temirê ya piraniya niştecihên wê xiristiyan in.

‘Divê der barê sûcên dagirkeriya Tirk de lêprisîn dest pê bike’

Komîteya belgekirina sûcên qirkirinên komî yên li dijî gelên Kurd destnîşan kir ku divê rêxistinên navdewltî destwerdanê bikin û der barê sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd pêk tê dest bi lêpirsînê bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kiryarên xwe zagon û pîvanên navdewletî binpê dike û ew ê lîsteyê radestî dadgeha cezayî û rêxistên navdewletî bikin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Ebcer Yaqûb diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ên li derdora bajarê Til Temirê bûn sedema koçberbûna bi sedan ji pêkhateya Suryan û da zanîn ku artêşa Tirk rasterast Suryanan dike armanc.

Endamê Kongreya Amerîkayê Michael McCall daxwaz ji Erdogan kir ku yekser êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike û da zanîn ku ji binpêkirin û sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bi fikar e.

Jinên Eyn Îsayê xwarinê ji şervanan re amade dikin

Hejmareke jinên navçeya Eyn Îsayê bi însiyatîfa xwe ya kesane îro ji saetên sibê ve dest bi amadekirina xwarinê ji şervanên QSD`ê yên li eniyên şer re kir.

Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re 

Bi dirûşma "Na ji peyman û girêbestên der barê bazariya bi xwîna ciwanên me re" bi sedan şêniyên bajarê Minbicê meşeke girseyî ya redkirina peyman, girêbest û komployên li dijî gelê Sûriyê pêk tên, li dar xist.

Di heman çarçoveyê de bi hezaran şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê li dijî serdana Erdogan ji DYA`yê re û hevdîtina bi Trump re daketin qadan û diyar kir ku serdana Erdogan beşkek ji komployên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û berdewama komkujiyan e.

(fr-eh)


Mijarên Din