Roj nîn e ku li Efrînê sivîl neyên revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê 9 sivîl li Efrînê revandin, her wiha çeteyan goristana gundê Qeregul rûxand û darên derdora wê qut kirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêkanîna sûc û binpêkirinan li dijî sivîlên Efrînê û talankirina xweza û mîrasên wê yên çandî didomînin.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên bi navê ‘Sultan Mûrad’ beriya çend rojan goristana Til Midewir li gundê Qeregul ê navçeya Bilbilê rûxand. Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan hemû darên li derdora goristanê jî birîn.

Çavkaniyekî din ji navçeya Şiyê ji nûçegihanê ajansa me re diyar kir ku çeteyên ‘Lîwa El-Weqas’ di revandina sivîlan û li şûna berdana wan peran xwestinê de didomîne. Çavkanî got çeteyan di 9’ê Mijdarê de 2 welatiyên ji gundê Enqelê û Senarê revandin, navê wan Ibrahîm Ebdo û Zekeriya Mihemed e.

Her wiha traktorên wan ên çandiniyê jî dizîn. Çeteyan li şûna berdana wan 3 milyon lîreyên Sûriyê ji her kesekî xwest.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk di 12`ê Mijdarê de 6 sivîl ji gundê Kebaşîn revandin. Navên wan wiha ne: Ismayîl Cimo Heyder, Hisên Ebdo Mihemed, Xesan Lûeyî Îso, Dahêr Silêman Ebid û Mihemed Ebdilqadir Hindî.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El-Şam kesên revandin, birin zindaneke taybet li gundê Iskan ê navçeya Şêrawa.

Her wiha li navenda bajarê Efrînê di 12`ê Mijdarê de çeteyên Tirkiyê ciwanê bi navê Ferhad Şêx Ebdî ji pêşiya dikana wî revand, der barê çarenûsa wî û malbata wî de heta niha tu agahî tune ne.

(jo)

ANHA


Mijarên Din