Robêrt Îşo: Berxwedana me ya hember hêza ku Asûr û Ermen qetil kirin, bilindtir dibe

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Asûriyan (Naturo) Robêrt Îşo teqez kir ku:"Em ê li gel Hêzên QSD‘ê li ber xwe bidin û gelê xwe ji qirkirinê biparêzin."

Ji 9'ê Cotmehê de dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê dest bi êrişên li ser herêma Bakurê Sûriyê kirin.

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Têkildarê vê mijarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Naturo) ya Asûriyan Robêrt Îşo axivî.

'Hêzên Naturo bi QSD'ê re di çeperekê de ne'  

Robêrt got, ku ew wekî hêzên Ewlekariya Hundirîn piştgiriyê didin hêzên QSD'ê û wiha domand: " Dewleta Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrişî herêmên me dikin. Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Naturo jî li gelek gundên navçeya Til Temir bicih dibin û piştgiriyê didin Hêzên QSD'ê. Parastina vê axê erkên me ye jî."

'Me hîna komkujiyên Sêfo û Sîmêl ji bîr nekiriye'

Robêrt armanca êrîşên dewleta Tirk bibîr xist û ev yek anî ziman:"Erdogan ne ji îro de ji dîrokê ve heya vê rojê êrişî gelê Asûr,Ermen û Kurd dike, armanca wî jî dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyê ye. Dixwaze herêmên di bin dagirkeriya xwe de hîn bêtir berfireh bike. Êrişa dewleta Tirk jiyana bi hezaran gelê Asûrî û Suryanî dixe xeteriyê. Me hîna komkujiyên Sêfo û Sîmêl jibîr nekiriye. Êriş tê wateya dûbarekirina qirkirina Ermen û Aaûriyan."

'Berxwedana me hember hêza ku Asûrî û Ermenî qetil kirin, bilindtir dibe'

Robêrt diyar kir ku ew li vir in û ew ê gundên Xabûr û tevahî herêmê ji hemû rengên êrîşan biparêzin û wiha pê de çû:"Em ê li hember hemû rengên êrîşan bibin xelek û rê nedin wan ku derbasî xaka me bibin. Em ê li hember hêza bi hezaran Asûrî û Ermenî qetil kirin, li ber xwe bidin."

'Tenê bila firîna balafiran qedexe bikin'

Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Asûriyan (Naturo) Robêrt Îşo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila qada hewayî ji balafiran bê girtin wê demê em ê baş nasbikin ku kî berxe û kî beran e, demê em ê nîşanî wan bidin ku wê ew çiqasî li ber hêza me, li ber xwe bidin."

ANHA


Mijarên Din