Robert Colville: Me raporên kuştina sivîlan di encamên êrîşên Tirkiyê de wergirtin

Berdevkê Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Robert Colville got raporên girêdayî kuştina sivîlan di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gihaştine ber destê wan.

Robert Colville got: "Êdî em raporên girêdayî hedefgitina sivîlan werdigirin. Ji duh ve me raporên girêdayî 7 sivîlan wergirtin, di nav wan 2 jin û zarokek hatine kuştin û yek djî birîndar bûye."

Robert Colville diyar kir ku raporên girêdayî hedefgirtina cihên giştî yên bingehîn, gihaştine ber destê wan û wiha domand: "Êrîşên asmanî û bejahî yên artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê bandor li binesaziya bingehîn mîna stasyonên avê, bendan, stasyonên enerjiyê û zeviyên petrolê kiriye. Di encama êrîşa asmanî ya Tirkiyê de stasyona avê ya herêma Elûk a parêzgeha Hesekê rawestî. Muhtemel e ku bi hezaran kes ji ava pak a stasyonê bê par bimînin."

Robert Colville diyar kir ku li ser Tirkiyê qedexe ye ku cihên giştî û binesaziyê bike hedef.

ANHA


Mijarên Din