Rûken Ehmed: Gelê herêmê wê bi vîna şehîdan li ber xwe bide

Hevseroka TEV -DEM Rûken Ehmed der barê şehîdbûna Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero de nêrînên xwe anî ziman û got: “Dewleta Tirk a dagirker gelê ku xwe bi rê ve dibe, xwe bi îrade dike û ji bo welatê xwe tê dikoşe, li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.” 

Hevseroka TEV -DEM Rûken Ehmed da zanîn ku bi rastî jî wê bi şehadetê şoreş bi ser bikeve, wê gel azad bibe û wiha got: “Azadî bê şahadet nabe, ger em şehîdan nadin, em nikarin behsa azadiyê bikin. Lê dewleta Tirk her ku diçe li hember şervanên azadiyê lawaz dibe, bi bin dekeve û bê hêz dibe. Dewleta Tirk a dagirker gelê ku xwe bi rê ve dibe, xwe bi îrade dike û ji bo welatê xwe tê dikoşe, li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.  Lê belê wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî bi êrişan neşike.”

Rûken Ehmed, axavtina  xwe wiha domand: “Ev bû 10 sal in şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar e û wê bi têkoşîna gelê azadîxwaz bi ser bikeve û wê dewleta Tirk a dagirker li hember hêza gel û hêza gelê azadîxwaz de bifetise. Dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê vîn bike, serî li gelek rêbazên sîxûrtiyê dide, lê belê dît ku bi hezaran gel li hemberî wan sîxûran rabû û di nava xwe de nepejirandin û heta malbatên wan gotin ’em ji van kesan bê par in. Bi destê wan welatparêz şehîd dikevin û şervanên vî welatî şehîd dikevin. Em weke malbatên wan ji wan kesan bêrîne’. Dewleta Tirk a dagirker di karê sîxûrtiyê de jî bi ser neket, di êrişan de jî bi ser neket. Bi dagirkirina hinek bajaran jî bi ser neket.”

Rûken Ehmed bal kişand li ser welatparêziya malbata şehîd Yilmaz Şero û wiha pê de çû: “Şehîd Yilmaz xwediyê 4 zarokan bû, lê biryar dabû ji bona welatê xwe tê bikoşe û ji bona şervanên xwe tê bikoşe. Şehîd Zeynep ji destpêka şoreşê hatanî roja îro ve di nav xebatên Rêveberiya Xweser, Kongra Star de û di nava partiyên siyasî de kar û xebat dan meşandin. Di dawiyê de jî, ji bo ku bikare edaletê pêk bîne di nava Meclisa Edaletê de cihê xwe girt. Ji bo bikare bibe bersiv gelê xwe, kar û xebateke bi rengîn meşand.”

Hevseroka TEV- DEM Rûken Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez bawer dikim wê gelê Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê nehêlin ku Erdogan, yan jî AKP û MHP bigihêjin armancê xwe. Ji bona wê jî, careke din ji malbatên wan û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser re sersaxiyê dixwezin û em dibêjin xwe li hember wan ditewînin û em ê heta dawî li ser şopa şehîdan bin.” 

ANHA


Mijarên Din