Rêjeya piştgiriya Erdogan di salekê de ji sedî 10 daketiye

Li gorî anketa ku ji aliyê saziyeke Tirkiyê ya lêkolînê ve hat çêkirin, rêjeya Tirkên ji bo serokkomariya Tirkiyê destek da Recep Tayyîp Erdogan di nava salekê de ji sedî 10 kêm bûye.

Saziya Metropol a lêkolînan duh encamên anketên ku Tebaxa derbasbûyî der barê kesên ku destek daye serokê AKP`ê Recep Tayyîp Erdogan de çêkiriye li ser Twitterê belav kir. 

Li gorî anketê ku rêjeya alîgirên Erdogan ji bo serokatiya Tirkiyê daketiye ji sedî 44’an li beramberî bilindbûna kesên ku vê yekê red dikin ji sedî 48,5 e.

Anketê destnîşan kir ku rêjeya alîgirên Erdogan di sala derbasbûyî de ji sedî 53 bû. Ev yek diyar dike ku rêje di salekê de ji sedî 10 daketiye.

Li gorî anketê ku rêjeya alîgirên Erdogan di nava AKP`ê de û beşdarî hilbijartinan bûne ji sedî 90,4 e. Piştî wan kesên girêdayî MHP`ê ji sedî 36,3 û ya herî kêm rêjeya kesên girêdayî CHP’ê ku opozîsyonê bi rê ve dibe û HDP ye. Bêyî ku anket rêjeya wan diyar bike.

Li gorî heman anketê, rêjeya kesên dudil ên ji hemû aliyan ji sedî 27,7 e.

Anketeke din a heman saziyê ku di Hezîranê de derketiye, rêjeya Tirkên ku sîstema serokatiyê ku hemû desthilatdarî û erk di destê Erdogan de ne, red kirin. Heta niha ev rêjeya redkirinê negihîştiye tu serokên Tirkiyê.

Anketa saziya Metrepol rojên 14 û 15 Hezîranê bi hezar û 613 kesên li bajarê Stenbolê re hate çêkirin. Li gorî anketê, referandûma guhartina destûrê ku di 17`ê Nîsana 2017`an de pêk hatiye û li gorî wê biryara sîstema serokatiyê hatiye dayîn,  ger îro were dubarekirin, ji sedî 58.6 ji hemwelatiyan Tirkiyê wê sîstema parlemanê hilbijêrin.

Anketê pirsek li ser beşdaran kir ku ew jî wiha ye: “Ger îro refrendûma guhartina destûr were dubarekirin, hûn ê sîstema serokatiyê hilbijêrin an sîstema parlamenter?”

Ji sedî 58.6 ji beşdaran got ew ê sîstema perlemanê hilbijêrin, ji sedî 39.4 jî gotin ew ê sîstema serokatiyê hilbijêrin, ji sedî 2 jî gotin bersiva wan tune ye an jî tu fikrên wan li ser mijarê tune ye.

Pirseke din ku anketê kir: “Li gorî nêrîna we sîstema serokatiyê çi qencî ji bo Tirkiyê anî?

Bersiva wiha ye; ji sedî 11.6 ji beşdaran got pir qenc e,  ji sedî 29.2 jî gotin qenc e, ji sedî 23.1 jî gotin ne qenc e û ji sedî 27.6 gotin qet ne qenc bû.  Her wiha ji sedî 8.5 jî bersiv nedan an jî gotin tu fikrên wan li ser mijarê tune ne.

Her wiha li gorî anketê, “gelo pirsgirêka herî mezin li Tirkiyê aborî ye, an betalî ye?”, ji sedî 48.6 gotin  aborî ye, ji sedî 15.6 jî gotin betalî ye.

(bx)


Mijarên Din