Rêjeya bêkariyê li Tirkiyê gihaşt ji sedî 13’an

Daneyên fermî diyar kir ku di 3 mehên dawîn de rêjeya fermî ya bêkariyê li Tirkiyê gihaşt ji sedî 13’an.

Saziya Statîstîkan a Tirkiyê eşkere kir ku di 3 mehên dawîn de, rêjeya bêkariyê li Tirkiyê gihaşt ji sedî 12.8’an.

Di daneyên nû yên saziyê de, rêjeya bêkariyê ji derveyî çandiniyê gihaşt ji sedî 15.3’ayn ji meha Gulanê heta Tîrmehê, piştî ku ji sedî 15 bû ji meha Nîsanê heta Hezîranê.

Rêjeya bêkariyê di navbera ciwanan de ji sedî 23.3 heta 24.8’an e û rêjeya karkerên neqeydkirî bilind bû û bû ji sedî 35.2.

Li gorî saziyê, rêjeya bêkariyê ya ciwanên ku bawernameyên zanîngehan standine, ji sedî 12.8 e.

Skynews diyar kir ku texmîn dikin hejmara rast mezintir be, ev hejmar tenê ji kesên ku zanîngeh bi dawî kirine û hewl didin bi rêya saziya karpeydakirinê ya Tirkiyê bistînin, hatiye amadekirin.

(jo)


Mijarên Din