‘Êrişên li ser jinan me ji têkoşîna azadiyê paşde venagerîne‘

Kongreya Star a herêma Firatê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên herêmê şermezar kirin û got: "Êrişên dewleta Tirk vîna wan a berdewamkirina têkoşînê naşkîne."

Kongreya Star a herêma Firatê ji bo balê bikşîne kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, ji qetilkirin, revandin û hwd daxuyanî da.

Daxuyanî li ber navenda Jineolojî ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endamên saziyên jinan û jinên di nava saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê de dixebitin hate xwendin.

Endama Navenda Jineolojî Dîcle Heyder daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bi navê Kongreya Star a herêma Firarê, em kiriyarên dewleta Tirk ji kuştin, revandin, êrişa cinsî û êşkencekirina di derheqê sivîlan de,  bi taybet di derheqî jin û zarokan de şermezar dikin.

Weke ku tê zanîn ev demeke dirêje dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî, êrîşên bênavber, bi hemû hêza xwe bi ser gelê Rojavayê Kurdistanê de tînin. Her tim sivîl, jin û zarokan ji êrîşên xwe re dikin hedef, di bin navê hicetên cûr be cûr de, rojane êrîşên xwe nû dikin û gel dikin qurbaniyê berjewandî û siyasetaxweya qirêj.  Li herêma Şehba û gundewarên navçeya Şêrewa jî rewş girantir bûye.

Armanca yekemîn a van êrîşan destkeftiyên şoreşa Rojava ne.  Yek ji wan destkeftiyan jî xeta azadiya jin e. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû bingeh ji bo pêşxistina projeya demokratîk û hem jî bû bingeh ji pêşxistinên jinê di hemû qadên jiyanê de, ev neh salên li Rojavayê Kurdistanê jinan gavên hêja avêtine û bûne xwedî destkeftiyên dîrokî, bi taybet destkeftiyên ku di qada siyasî, leşkerî, civakî, edalet û çandî de bi destxistine. Lê dijmin û desthilatdaran ev pêşketinên jinê jixwe re xeter dîtin, ev jî dibe sedem ku dijmin û bi taybet dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser jinê zêde bikin û wê ji xwe re bikin hedef. Mînaka wê jî di qada siyasî de şehîd HevrînXelef a ku jineke siyasetmedar bû, pêşengtiya projeya biratiya gelan dikir, her wiha  şehîd  Amara, ew jî weke şehîdeke YPJ‘ê bû ku xwestin hêrsa xwe ji bedena wê derbixin û hemû hovîtiya xwe derxistin holê, û yadê Eqîde a ku temsîla qada civakî dikir û dixwest sîstema edaleta civakî bide avakirin.

Berî du rojan jî, di encama topbaranê de, li navçeya Şêrawa jina bi navê Emûnê Mensor ya 40 salî jiyana xwe ji dest da, ev jigger tiştekî bide diyarkirin, kîn û hovîtiya dewletaTirk li hember gelê herêmê dide diyarkirin. Her wiha dixwezin bi van êrîşan tirs û xofê bixin nava gel û jinan ji bo dev ji herêmên xwe berdin û bê têkoşîn bimînin, lê ev xwesteka wan wê tu carî pêk neyê û em her xeta azadiya xwe biparêzin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Em weke tevgera Kongreya Star bangewaziya xwe ji hemû rêxistin û saziyên ku mafên jindiparêzin re dikin û dibêjin divê hûn li hember van kiryar û hovîtiyan her wiha li hember hemû cûreyên şîdetê, bibin xwedî helwest û piştgirî bidin destkeftiyênjin li her cihî."

ANHA


Mijarên Din