‘Êrişên li ser Heftenînê li ser tevahî Kurdistanê ne’

Şêniyên bajarê Hesekê gotin: “Êrişên li ser Heftenînê li dijî tevahî Kurdistanê ne. Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê Kurd, gelên ku bi hev re li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn û şoreşa wan a demokratîk têk bibe. Yekitî rêya tekane ya binxistina êrişên dewleta Tirk e.”.

40 SAL IN BERXWEDANA HPG`Ê BERDEWAM E

Hêzên Parastina Gel li herêma Heftanînê û Herêmêna parastina Medya, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa dimeşînin.

Gelê Kurd ji zêdetirî 40 salî ve li tevahiya axa Kurdistanê banga jiyana azad mîna tevahiya gelên cîhanê dike. Lê dewleta Tirk a dagirker banga aştiyê qebûl nake, çareseriyê û dan û standinên aştiyane bi PKK`ê re red dike.

Li rex wê jî AKP hewl dide Kurdan ji amadekirina destûra nû ya Sûriyê dûr bixe. Lewra şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herêman dagir dike û êrişên xwe li dijî wê didomîne.

‘PROJEYA DEMOKRATÎK Û TIRSA DEWLETA TIRK’

Dewleta Tirk a dagirker ji projeya netewa demokratîk û şoreşa gelên bindest ditirse. Ji ber ku ev proje li dijî tima û planên dewleta Tirk ên li herêmê ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyan hewl dide bi rêya êrişên bejahî û asmanî li dijî tevahiya herêmên Kurdistanê vîna azadiyê bişkîne û gelan qir bike.

Çavdêrên rewşa herêmê diyar dikin ku êrişên li dijî Heftanînê ji ber berxwedana destanî ya şervanên HPG`ê bin ketin.

Çavdêran destnîşan kir ku dewleta Tirk dîmenên kevin û ne rast têkildarî wan êrişan belav kirin. Lê ev dîmen îsbat dikin ku êrişên wê bin ketin. Hate zanîn ku piraniya wan dîmenan ên lîstokên kompîterê yên zarokan e. Ji wê zêdetir, kanalên telefizyonê yên girêdayî AKP`ê êrişên li dijî Heftanînê nexistin rojeva xwe.

HPG DERBASÎ QONAXA PISPORIYA ŞER BÛ

Şêniyê bi navê Ebdulrezaq Mihemed got: “Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 40 salî ve êrişî herêmên Kurdistanê dike. Di vê dawiyê de êrişî Heftanînê kir. Ji van êrişan armanc dike ku nasnameya gelê Kurd tune bike, vîn û berxwedana hêzên parastvanên Kurdistanê bişkîne. Lê hewldanên wê bin ketin. Ji ber ku herêma Heftanînê cihê berxwedan û têkoşînê ye.”

Mihemed diyar kir ku ew bawere êrişên AKP’ê bin bikeve û wiha got: “Ji ber ku şervanên HPG`ê derbasî qonaxa pisporiya şer bûn. Bi taybet piştî salên demdirêj ji şer û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker. Çendîn bikin lê nikarin berxwendanê bişkînin.”

PIŞTGIRIYA HPG`Ê

Mihemed di dawiya gotinên xwe de bang li tevahiya pêkhateyên herêmê û partiyê siyasî yên Kurd kir ku bibin yek û piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin. Mihemed piştrast kir ku ew ê bi rêya çalakiyên cuda, li hember tevahiya êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Kurdistanê bisekinin û ji tevahiya aliyên siyasî, leşkerî û lojistîk piştgiriya hêzên leşkerî bikin da ku mirovahiyê ji faşîzmê biparêzin.

YEKITIYA KURD RÊYA PARASTINA DESTKEFTIYAN E

Şêniya bi navê Cewhera Mihemed got: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hevgirtin û yekitiya xwe, van êrişan bişkînin û em ê dakevin qadan da ku desteka berxwedana şervanên xwe li Heftanînê bikin. Em komploya dewleta Tirk a li dijî herêmên Kurdistanê qebûl nakin. Ji ber ku projeya me yekitiya gelê Kurd û tevhaiya pêkhateyên herêmê ye.”

Derbarê heman mijarê de jina bi navê Selwa Serêkaniyê da zanîn ku yekitiya Kurd li tevahiya Kurdistanê û yekitiya partiyên siyasî, têrê dike ku tevahiya astengî werin derbaskirin û destkeftiyên şehîdan bên parastin. Her wiha gelên bindest û jin mafên xwe bi dest bixin û êrişên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê werin rawestandin.

Şêniyan piştrast kirin ku êrişên li dijî herêma Heftanînê, tevahiya Kurdistanê dikin hedef. Dewleta Tirk ji êrişên xwe yên dawîn armanc dike tevahiya Kurdistanê ji hev parçe bike û dorpêç bike. Da ku destkeftiyên gelê Kurd û şoreşa wî ya demokratîk têk bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din