Êrişên li dijî gundên Til Temirê berdewam dikin

Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên Til Temirê didomin. Li gundên Suryanan ên Til Temirê şerekî  dijwar diqewime.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Til Temir û şûnwarên Asûrî û Suryanan berdewam dikin. Li herêmê gundên Dawudiye, Erişa, Mezra Îşa û Mezra Gebro şerekî dijwar rû dide.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan bi tundî bersiva van êrişan didin û berevaniya warên xwe dikin.

Her wiha gundên Til Tewîl û Til Kêf ên Asûrî-Suryanan di bin xetereyê de ne. Li van gundan gelek sivîl bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû mane.


Mijarên Din