Êrişên hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê li ser Idlibê zêde dibin

Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteya dewleta Tirk a li gundewarên Cisir Şixûr kir hedef. Balafirên şer ên Rûsyayê jî asta êrişên xwe li dijî rojavayê Idlibê bilind kir.

Li gorî Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) gelek moşek li derdora  nuqteya dewleta Tirk a li gundê Iştebreq li gundewarê Cisir Şixûr a rojavayê parêzgeha Idlibê ketin. Di encamê de agir bi daristanên li nêzî nuqteyê ket.

Balarfên şer ên Rûsyayê li gel firîna balafirên keşfê, bi zêdetirî 22 êrişên asmanî herêmên li derdora bajarê Idlibê ji aliyê rojava ve û herêma Ereb Saîd, derdora bajarokê Patenta li bakurê rojavayê Idlibê kirin hedef.

Li gorî SOHR`ê, hêzên hikumeta Şamê îro herêmên Sifuhin, Fitîra, Kensafra, derdora Bare, Benîn, Filêfil li başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin. Her wiha bi çekên giran gelek herêm li Ankawî li Deşta Xabê li bakurê rojavayê Hemayê kirin hedef.

Têkildarî heman mijarê, SOHR`ê ragihand ku karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî herêmê bûye. Ev karwan ji zêdetirî 15 erebeyan pêk dihat û bi rêya deriyê sînor Kefer Losîn derbasî herêmê bû û berê xwe da nuqteyên dewleta Tirk ên li herêmê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din