Êrişên dagirkeriyê û hevpeyamên navdewletî baweriya me bi QSD’ê xurt bilind dike

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku destekê bidine QSD`ê daketin qadan û diyar kirin ku QSD`ê tekane hêza ku nûnertiya vîna me dike ye.

Îro bi însiyatîfa gel û bi diruşma "QSD`ê vîna me ye" bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku piştgirya QSD`ê  bikin, daketin qadan. Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û ber bi kolanên sereke ve çû û li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê vegerî mîtîngê.

Xwepêşandêran di meşê de, alên QSD`ê, wêneyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pankartên şermezarkirina hevpeymanên navdewletî, bêdengiya navdewletî ya li beramberî êrişan ên bi nivîsên"QSD`ê vîna me ye, em ji xak û azadiyê venagerin, na ji dagirkeriya Tirkiyê, hevpeymanên li dijî vîna gelan nûnertiya me nakin" hilgirtin. Her wiha xwepêşandanan bi yek dengî silogana"Bijî berxwedana QSD`ê"berz kirin.

Meş li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê vegerî mîtîngê. Dûvre Husên Ezam bi navê Meclisa Qanûnsas axivî û wiha got: "QSD`ê hêza sereke ya ku beşdarî rizgarkirina xaka Sûriyê, ji terorê bûye û li rexê jî bi sîwana xwe ya Meclisa Sûriyê Demokaratî(MSD) parastina herêmê ji ejendeyên derve pêk anî."

Ezam diyar kir ku hevpeyman û peywendiyên heta niha bi dewletên derdor re têne mohrkirin, da ku êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û tenê di qada leşkerî de ne. Di heman demê de hê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatên xwe pêk tîne. Ezam bang li bilindkirina asta berxwedanê di hemû qadan de kir.

Mîtîng bi dirumşa"QSD`ê vîna me ye"bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din