Desthilatdarî û zordariya sîstemên desthilat bi rêjeyeke mezin bandor li çewisadina fikr û nêrînên jinan ên siyasî kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan karîbû ku têgehên şaş biguherin û rola xwe ya pêşengtiyê ji destpêkê şoreşê ve berz kirin.
Lewra, dewleta Tirk a dagirker ji yekbûna pêkhateyên herêmê û pêşketina jinan ditirse. Ji ber vê yekê êrişên xwe li dijî herêmên bakurê Sûriyê dewam dike û bi taybetî jinan hedef digire.
‘YEKBÛNA PÊKHATEYAN Û PÊŞKETINA JINAN, DAGIRKERIYÊ TÊK DIBE’
Cîgira serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Cizîrê Hindirîn Sîno diyar kir ku jinên di Partiya Sûriya Pêşerojê de, zanakirin û pêşxistina tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jinên Sûriyê armanc dikin.
Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku li herêmên dagirkirine wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û komkujiya li dijî jinên Kobanê, wekî hedefgirtina jinên azad û çanda demokratîk a projeya netewa demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesbandin.
Hindirînê bi bîr xist ku armanca Tirkiyê ji êrişan û hedefgirtina jinan li tevahî herêmên Sûriyê û nexasim herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo tunekirina rola jinan di civakê de ye. Ji ber ku Şoreşa Rojava bi pêşketin û mohra jinan dest pê kir. Tirkiyê bi şikandina îradeya jinan dixwaze îradeya gelê Sûriyê bişkîne.
Hindirîn Sîno destdirêjiyên derve yên li ser gelê Sûriyê û bi taybet jinan şermezar kir û got: “Em ê zanakirin û xurtkirina rola siyasî ya jinan berdewam bikin. Ji ber ku pêşketina şoreşên gelan bi pêşketina jinan ve girêdayî ye. Em hêvî dikin ku bi pêşketin û zanabûna jinan, pêkhateyên Sûriyê bigihên armancên xwe û welatekî pirreng ku parastina mafên hemû pêkateyan dike, ava bikin.”
Partiya Sûriya Pêşerojê sala 2018`an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damizrandin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de sekertera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef şehîd kirin.
DEWRIYÊN ZANAKIRIN Û PÊŞXISTINA JINAN
Partiya Sûriya Pêşerojê lidarxistina çalakiyên cur bi cur, dewam dike. Ji wan çalakiyan, vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo zanakirina jinên ji hemû pêkhateyan di hemû aliyên çandî, siyasî û rêxistinî de. Hindirîn têkildarî mijarê daxuyand ku armanca van aktîvîte û çalakiyan, piştgiriya mafên jinan e.
Hindirîn Sînor îşaret pê kir ku ew wek Partiya Sûriya Pêşerojê, soza berdewamkirina xebatên ji bo piştgiriya jinan û parastina mafên wan, didin.
(cx)
ANHA