Êrişên dagirkeran azarên astengdaran zêdetir kirin

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta azarên astengdaran zêde dibe. Ji aliyekî din ve rêxistinên navneteweyî yên têkildarî kar û barên mirovî karê xwe pêk naynin û alîkariyan ji wan re pêşkêş nakin. Bi tenê Rêveberiya Xweser alîkariyan pêşkêş dike.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran sivîl ji mal û warên xwe koçber bûn. Lewre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek navend û kamp ji bo wan vekirin.

Di kampa taybet a koçberên Girê Spî de, zêdetirî 30 astengdar hene. Azaran wan bi dagirkirinê re li gel tunebûna rêxistinên navneteweyî zêde dibin. Ew alîkarî tenê bi xebatên Rêveberiya Xweser sînordar maye.

Hinek koçberên astengdar ên kampa koçberên Girê Spî azarên xwe vegotin.

Abdullah Musa Hisên ji gundê Sifawiye yê herêma Eyn Îsayê ye. 37 salî ye û bavê 3 zarokan e. Di encama êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî rêya navneteweyî de 49 mal ji gundê Sifawiye wêran bûn. Ji ber wê Abdullah Hisên tevî malbata xwe neçar ma di kampê de bimîne.

Hisên wiha behsa serpêhatiya xwe dike: "Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê mal û milkên me yên jêdara quta mebûn, wêran bûn. Niha tiştek li cem me nemaye ku em pê debara xwe bikin. Ez nikarin karekî bikim ji bo alîkariya malbata xwe bikim. Ji 8 salan ve, di karê xwe yê avahiyan de min qezayek kir û bi felcê ketim."

Hisên wiha berdewam kir: "Birayên min debara me peyda dikirin. Lê niha kesek tune ye alîkariya me bike. Ji ber ku rewşa hemûyan dijwar e."

Di dawiyê de Hisên bang li rêxisitnên mirovî, aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan bikin.

Koçberê bi navê Ibrahîn Îdan ê ji Şergirak, 37 salî ye û bavê 4 zarokan e. Ji ber bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li Şergirakê ji du salan ve lingê wî qut bûye. Îdan wiha dest bi gotinên xwe kir: "Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de em ji malên xwe derketin, me hemû tişt li pey xwe hişt. Me berê xwe da herêmên ewle."

Her wiha Îdan got: "Zeviyeke min hebû. Xizm û cîranên min diçandin. Me debara xwe ji berhemên wê peyda dikir."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampek li bajarokê Til El-Simin ê  Reqayê vekir. Ji bo ku koçberên Girê Spî piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de pêşwazî bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din