‘Êrişkera Tirk astengiya herî mezin ku rastî prosesa perwerdehiyê hatiye’

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûiyê werza perwerdeyê ya yekemîn di civînekê de nirxand. Desteyên diyar kir ku êrişkera Tirk astengiya herî mezin a ku rastî prosesa perwerdeyê hatiye. Her wiha ragihand ku komîteyek ava kiriye û biryarek ji bo derbaskirina astengiyan girtine.

Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî ya mehane li dar xist. Di civînê de werza perwerdeyê ya yekemîn nirxand, astengiyên ku rastî desteyê hatine niqaş kirin û komîteyek ji bo amadekirina rêziknameya dibistanan ava kir.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Rêveberiya Xweser Nesrîn Diko û Receb El-Mişrif û hevserokên komîteyên perwerde û fêrkirinê yên 7 rêveberiyan tev li civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin prosesa perwerdeyê di werza yekemîn de, astengiyên ku rastî desteyê hatine hatine nirxandin.

Beşdaran di nîqaşên xwe de destnîşan kirin ku di werza perwerdeyê ya yekemîn de êrişa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê  astengiya herî sereke bû. Ji ber ku di encama êrişan de şênî koçber bûn û bi hezaran xwendekar bê xwendin man.

Beşdaran teqez kir ku divê xebatên bêtir werin kirin da ku astengiyên di werza yekemîn de werin derbaskirin. Her wiha hewl bidin perwerdeya li ser xwendekaran çûne dubare bikin.

Beşdaran lihevkirin ku pêwîste tenduristiya dibistanan li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê akîv bikin û rê li pêşiya tundiya di nav dibistanan de bigirin.

Her wiha komîteyek ji 15 endaman ava kirin da ku rêziknameya dibistanan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bike. Komîteyê wê di 8`ê Sibatê de dest bikarê xwe bike û di wê mehê de bidawî bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din