Êrişa Tirkiyê bi hezaran xwendekarên navçeya Dirbêsiyê bê xwendin hişt

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan de 33 dibistan hatin girtin, bi vê yekê 7 hezar û 734 xwendekarên gundên sînor ên navçeya Dirbêsiyê ji xwendinê bêpar man.

 Xwendekarên navçeya Dirbêsiyê bi taybet ên gundên nêzî sînor di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra û ji ber tirsa li ser jiyana zarokên xwe, xwendekarên wan gundan ji mafê xwendinê bêpar mane.

 Di encama hedefgirtina gundên navçeya Dibêsiyê ya kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê de 33 dibistanên navçeyê û gundên girêdayî wê hatine girtin. Ji ber wê 7 hezar û 734 xwendekar ji mafê xwendinê bê par man.

Balafirên artêşa  Tirk a dagirker dibistana Selahdîn a navçeya Dirbêsiyê û dibistanên gundên sînor bombebaran kirin. Di nav de dibistana gundê Qeremanî. Ji ber wê zarokên gund bê xwendinê man.

Xwendekarekî dibistana gundê Qeremanî Sêvan Umer dibêje: "Berê jiyana me ewle bû. Em diçûn dibistana xwe û me perwerdeya xwe didît. Me demên xweş derbas dikir. Niha piştî êrişên Tirkiyê em neçar man daniştokên xwendinê berdin. Em hêvî dikin di demek nêz de vegerin jiyana xwe ya berê, dibistan û hevalên xwe bibînin."

Xwendekarê bi navê Serûk Biro tirsa xwe ji çûyîna dibistanê rave kir û got: "Ji ber topên Tirkiyê yên ku me dikin hedef em ditirsin xwendina xwe temam bikin."

Ji aliyê xwe ve malbatên xwendekaran nerazîbûnên xwe ji rewşa ku niha tê re derbas dibin anîn ziman. Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Baqî hewldanên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmên wan şermezar kirin û got: "Zarokên me li mal in nikarin biçin dibistanê. Ji ber girtina dibistanan em li ser pêşeroja wan ditirsin."

Şêniyê bi navê Elî Ehmed jî got: "Em ji ber topên Tirkiyê yên ku ferqê nakin di navber mezin û biçûkan de, ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê."

Girêdayî heman mijarê Endama Rêveber a Gerînendeya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê Ezîze Emîn teqez kir ku ji ber êrişa Tirkiyê 33 dibistan hatine girtin û di encamê de 7 hezar û 734 xwendekar ji xwendinê bê par mane.

Ezîze êrişên artêşa  Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk hertim qirkirina gelê kurd armanc dike. Em axa xwe ji dewleta Tirk re nahêlin, em ê perwerdeya zarokên xwe berdewam bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din