Êrişa li dijî balyozxaneya DYA’yê ya Bexdadê hate şikandin

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku pergala Patriot ya parastina hewayî moşekek ji cureya katyûşa ku hewl da balyozxaneya DYA’yê ya Bexdadê bike hedefa, bê bandor kir.

Li gorî tora Sumeriye News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewkehiyê, moşekek ji cureya katyûşa avahiya balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li herêma Kesk a li navenda Baxdayê kiribû hedef. Lê pergala Patriot êriş şikand û moşek li maleke li nêzî balyozxaneyê ket.

Li gorî çavkaniyan, di encama ketina moşekê de zarokek birîndar bû û zirar gihîşt malê.

(şx)


Mijarên Din