Êrişa dewleta Tirk a dagirker jiyana wî serobin kir

Di şev û rojekê de jiyan û hêviyên wî winda bûn. Seîd Ramadan ê ji gundekî li ser sînorên Tirkiyê, piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker mîna bi sedan şêniyên herêmê li ser rêyan dimîne û koçber dibe.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji 9`ê Cotmehê ve zêdetirî 300 hezar sivîl ji şêniyên herêmê koçber bûn. Piraniya wan ji Serêkaniyê û Girê Spî ne.

Tevî wê jî hinek şêniyên gundên li ser sînor ên herêmên din mîna Kobanê piştî êrişên li ser gundên wan, neçar man ji malên xwe derkevin. Beşeke mezin ji wan venegerî ji ber ku yan malên wan bi temamî wêran bûne yan jî ditirsin topbarana Tirkiyê dubare bibe.

Ji bo kesên ku derketine rewş û ew kêlî gelek dijwar bûn. Dibe ku hinek deteyên wê azarê di çîroka Seîd Ramadan de kurt bibin. Seîd Ramadan ji şêniyên gundê Kazkan ê li ser sînor e û 5 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê.

Ramadan dibêje mala wî tenê 150 m ji sînorên Tirkiyê dûr e û wiha got: "Jiyana min, malbat û cîranên min ewle bû. Me debara xwe ji zeviyên ku min diçandin, peyda dikir lê ew tişt dirêj nekir."

Ramadan wiha domand: "Di şevekê de min nûçe dişopandin û malbata min xwarina şîvê amade dikirin. Piştî rojek bi westan min cegaraya xwe vêxist û nefesek kur kişand û li benda şîvê bûm. Ji nişkan ve dengê gule û topbaranê hatin û ew dîwara malê qul dikin. Zarok qîriyan û jin dest bi girî kir."

Di kêliyekê de Ramadan texmîn kir ku tiştên diqewimin ne rast in. Lê bi lez vegerî hişê xwe û derket derve. Topavêjên Tirkiyê dest bi topbarankirinê kir û kehrebe qut bû û her der reş bû.

Ramadan wiha deteyên wan kêliyan vegot: "Min tiştek li pêşiya xwe nedît. Kurê min ez kişandim hundirê erebeyê û em hemû dûrî sînor ketin.”

 Dema erebe di rê de bû, Ramadan dem demê li paş xwe dinêrî. Bi dehan erebe û bi sedan sivîl ji malên xwe li gel ketina topên Tirkiyê direvîn.

Ramadan diçe Kobanê û di dikanek vala de dimîne, ji ber ku wê demê ji ber topbaranê nekarî vegere gund ê ku hema bêje her roj dihat topbarankirin. Piştî ku şer li Kobanê rawestî, Ramadan ji bo ewlehiya malbata xwe û ji ber tirsê dubarebûna êrişên Tirkiyê venegerî.

Di dikaneke biçûk de ku Ramadan tevî malbata xwe dimîne, wek her car nûçeyan dişopîne. Lê ew li benda mizgîna vegera mala xwe ye.

Ruxmî ku gihaştina mala wî xeternak e, lê Ramadan bi me re çû û ji nêz ve mala xwe şopand. Mala wî ji malên gund ji sînor ve ya herî nêz e. Ciwanên gund jî bi şev gundê xwe diparêzin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din