Rûhanî diyalogên dualî yên bi Washingtonê re red kirin

Ajansa Reutersê li ser zimanê serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku têkildarî diyalogên dualî yên bi DYA`yê re, dê her dem bersiva welatê wî neyînî be.

Rûhanî di civîna parlemanê de ku radyoyê zindî weşand, got ne niha û ne demên bê ew diyalogên dualî yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  re erê nakin, têkildarî vê yekê ji gelek aliyên pêşniyar ji wan re hatin pêşkêşkirin, lê red kirin.

Rûhanî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Heke Amerîka hemû ceza rakirin, muhtemel e wekî berê em beşdarî diyalogên piralî yên di navbera Tehran û aliyên hevpeymana nukleerî ya 2015`an bibin."

Serokê DYA’yê Donald Trump bêyî şert û merc pêşniyara civîna bi rayedarên Îranê re kiribû.

(eh)


Mijarên Din