Rûhanî banga rakirina cezayan li Washingtonê kir

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî beriya hevdîtina bi serokê Amerîkayê Donald Trump re bang li DYA`yê kir ku bi gava yekemîn a rakirina cezayan ji ser Îranê rabe.

Rûhanî got bêyî ku Amerîka cezayan rake û ji rêya şaş vegere, ne pêkan ne têkiliyên erênî bi pêş bikevin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Kilîta geşedanên erênî di destê Washingtonê de ye."

Ajansa Tesnîm a Îranê diyar kir ku serokkomarê Îranê Rûhanî îro destnîşan kir ku Îran naxweze bi cîhanê re bikeve nava aloziyan, berevajî vê dixwaze herêm û cîhan pêk ve aram be, hevkarî di navbera hemû dewletên cîran de çêbe û ji pabendiya bi qaûnên navdewletî re yên di çarçoveya berjewendiyên ewlekariya neteweyî û nîştimanî de, amade ye.

Rûhanî ji televîzyona fermî re got dema rakirina hemû cezayan e, divê hemû cezayên li dijî Îranê werin rakirin.

Rûhanî wiha axaftina xwe dewam kir: "Tehran naxwaze çekên nuuklerê bi dest bixe, her wiha tekez kir ku welatê wî ji diyalogan re amade ye."

Serokkomarê Îranê di dawiya axaftina xwe de got: "Heke ceza neyên rakirin, dê pabendiya bi pîvanên hevpeymana nuklerê re ku di 2015`an de hate mohrkirin, lawaz bikin."

(eh)


Mijarên Din