Rexnegirên sînemayê piştgiriya xwe ji Mîhrîcana Lêlûnê re nîşan da

Endamê rêveberiya Mîhrîcana Lêlûnê ya Sînemayê got gelek rexnegirên sînemayê piştgiriya mîhrîcanê kiriye, her wiha destnîşan kir ku dê îro encam bên ragihandin.

Mîhrîcana Lêlûnê ya Sînemayê ya Navneteweyî bi pêşandana fîlmên beşdar, her roj êvarê li gorî bernameya komîteya amadekar, dewam dike. Derhênerên beşdar jî di pêşbirkê de ne û gelek nivîskar û sînemakarên navneteweyî mîhrîcan eciband.

Di vê derbarê de, endamê rêveberiya mîhrîcanê Cangîn Ebdo wiha got: "Di mîhrîcanê de fîlmên karton, belgefîlm û roman tên pêşandan. Şênî bi kelecaneke mezin û hejmareke zêde berê xwe didin kampên Berxwedan û Serdemê da ku li fîlman temaşe bikin."

Her wiha destnîşan kir ku şêniyên ji bajarê Helebê jî beşdarî mîhrîcanê bûne.

Ebdo têkildarî nêrînên rexnegiran li ser mîhrîcanê wiha got: "Ji aliyekî din ve, rêveberiya mîhrîcanê peywendî bi hejmareke rexnegirên sînemayê yên navneteweyî re danî. Wan piştgiriya xwe ji mîhrîcanê re nîşan da, her wiha fîlmên ku hatine pêşandan ecibandin. Em serbilind in ku em gihaştin vê astê ku li gorî dilê her kesî ye."

Ebdo eşkere kir ku fîlmên di Mîhrîcana Lêlûnê de bi ser ketine, dê 27`ê Îlonê (îro) bi rêya Skype ji aliyê komîteya biryardayînê ve bên ragihandin. Piştre dê hin çalakî bên nîşandan. Ebdo got: "Endamên komîteya biryardayînê hin encamên ku gihaştinê ji me re şandin û hin fîlm pêşniyar kirin. Hin endamên din jî hîna nirxandina fîlman dewam dikin. Herî dawî dê civîneke dawî bê lidarxistin û dê fîlmên ku di mîhrîcanê de bi ser bikevin, bên hilbijartin."

Ebdo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Me hêvî dikir ku komîteya biryardayînê li vir be, lê belê ji ber rewşa Koronayê û girtina balafirgehan nekarîn bên."

 (cx)

ANHA


Mijarên Din