Rewşenbîrên Herêma Cizîrê konferansa xwe li dar xist

Bi amadebûna 90 delegeyî, 5'emîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Di konfransê de ji bo xurtkirina asta rewşenbîrî li herêmê bang hat kirin.

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi dirûşma “Civaka Rewşenbîr Destkeftiyan Mayinde Dike” 5`emîn Konfransa xwe li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna 90 delegeyî li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên çandî û wêjeyî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên siyasî, rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên civaka sivîl di konferansê de amade bûn.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno axivî û bixêrhatina haziran kir û got: ''Dibe em li ser rol û pênaseya rewşenbîrtiyê li hev nekin, lê di rewşa heyî de ku bi hesreta lihevcivandineke wiha bûn, divê em layiqî xwîna şehîdan pênaseya xwe pêk bînin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji milê dewleta Tirk a dagirker ve dagirkirî ne û hewildanên qirkirinê jî dewam dikin. Ji bo parastina destkeftiyan divê êdî rewşenbîr ji geşedan û bûyerên ku rû didin bidin bersiv.”

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso jî bang li rewşenbîran kir ku zanebûnê di nava civakê de pêş bixin û got: ''Tevahî şaristaniyan bi rewşenbîran hatine avakirin. Bi nezaniyê avakirin çênabe. Rewşenbîrtî fedakariyeke bi nirxê manewî ye. Heke em bi vî rihî nêzîk bibin em ê rastiya rewşenbîratiyê nas bikin.”

Hiso da zanîn ku rewşenbîrtî ji 2 beşan pêk tê; yek jê neteweyî ye, yên din jî şoreşgertî ye û wiha dom da axaftina xwe: "Her du ji bo welatekî tevdigerin. Lê rewşenbîrên heyî tenê bi neteweyî mijûl dibin, ya şoreşgertî pir lawaz tê derbaskirin . A şoreşgertî stratêjîke, kûr û dûr dibîne. Divê li milekî rewşenbîran pênûs hebe û li milê din jî çek hebe, ji ber hewildanên qirkirinê li ser civakê heye.”

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê, siyasetên hikumeta AKP`ê yên li hemberî civaka Bakurê Kurdistanê û hewildanên dorpêçkirina Mexmûrê û got: “Rewşenbîrên neteweyî li hember van bûyeran jî bi erka xwe ranabin, her kes dikare binivîse, lê divê nirxandinên bi bandor hebin.”

Paşê endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef jî lidarxistina konfransê li hemû rewşenbîran pîroz kir û da zanîn ku barê rewşenbîran pir giran e, erka ku ji wan tê xwestin parastina destkeftiyan û avakirina pêşerojeke xweş û rengîn ji bo nifşên nû ye.

Di konferansê de nameyên pîrozbahiyê yên sazî û kesayetên li welat û derveyî welat hatin xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser çalakî û semînerên ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ve di heyama 2 salan de pêkhatibûn, hat pêşandan.

Piştre konfrans ji ragihandinê re girtî dewam kir.

Li gorî Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê dê di konfransê de dê rapora yekitiyê ya 2 salan bê xwendin, rêziknameya yekitiyê li ber çavan bê derbaskirin û pêşinyarê ji bo plansaziyên salan e bê kirin. Di dawiyê de dê endamên nû yên desteya rêveberiya giştî ya yekitiyê û hevserokatiya yekitiyê bên hilbijartin.

Di 22`ê Cotmeha 2020'î de Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê 4`emîn konfransa xwe lidarxistibû.

(sb)

ANHA


Mijarên Din