Rewşenbîrên Efrînê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û tekez kir ku "Berxwedan jiyana rast û bingeha têkoşînê ye.”

Yekitiya Rewşenbîrên a Efrînê îro bi daxuyaniyekê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê di salvegera wê ya 38`an de bi bîr anîn. Daxuyanî li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama yekitiyê Fîdan Mihmed ve û bi zimanê kurdî ji aliyê Elo Gedro ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê ku di girtîgeha Amedê de şehîd bûn, hatin bibîranîn. Her wiha hate gotin berxwedan jiyana rast e û bingeha têkoşînê ye ku civakên Rojhilata Navîn xwe dispêrin wê û xebatên xwe yên hevbeş ji bo serxistina doza gelan ku baweriya wan bi jiyana azad tê, zêde dikin.

Her wiha hat destnîşankirin ku baweriya gelê Rojava bi yekitiya xebatên nîştimanî, dayîna zêdetirîn kedê ji bo ewlehî û aramiyê tê.

ANHA


Mijarên Din