Rewşenbîrên Efrînê banga yekrêziya gelê Kurd kir

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê bang li tevahî rewşenbîrên Kurd, partiyên siyasî û û tevahî gelê Kurd kir ku li hember dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin.

Bi dehan rewşenbîrên herêma Efrînê û bi dehan ji niştecihên kampa Serdemê bi armanca şermzarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga yekîtiya kurdî, li pêşiya navenda Yekîtiya Rewşenbîran a li Şehbayê kom bûn.

Di kombûnê de Yekîtiya Rewşenbîran bi peyamekê bang li tevahî gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û bersiva êrîşên dagirkeran bidin.

Peyam ji aliyê Endama yekîtiyê ve Rûken Hisên ve hat xwendin.

Di peyamê de hate gotin şerê li Rojhilata Navîn kûrtir û firehtir bûye, gelê Kurd niha di pêvajoyeke dîrok de derbas dibe.

Her wiha hat destnîşan kir ku gel bi xurtbûn û berxwedaneya xwe ya dîrokî tê naskirin.

Di peyamê de behsa kiriyarên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Şengal û Kerkûkê hat kirin.

Di dawiyê de bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê hat kirin ku di yekrêzê de li hember hovîtiya dijmin bisekinin û hat gotin dem dema lidarxistina kongreyê netewî ye û roj roja yekîtiyê ye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din