Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Tirkiye bi erêkirina Rûsyayê êriş dike

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê gotin: “Tirkiye bi êrêkirina Rûsyayê êrişî herêmê dike. Tirkiye dixwaze tevahiya bakurê Sûriyê dagir bike û  DAIŞ`ê vejîne. Sûcên Tirkiyê, li gorî qanûnên navdewletî sûcên şer in û li dijî hevpeymana NY`î ne.”

Dewleta Tirk a dagirker û  çeteyên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê êrişên xwe yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Sivîlan dikin hedef. Êrişa herî dawîn li ser gundê Helincê li katona Kobanê bû.

Têkildarî wan êrişan rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ANHA’yê re axivîn. Rewşenbîran sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên herêmê şermezar kirin.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê helbestvan Emel Hemo got: “Dewleta Tirk beşên axa Sûriyê yên mîna bajarên Idlib, Cerablus û Ezazê dagir kirin. Piştre berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Efrîn dagir kir paşê Girê Spî  û Serêkaniyê. Hîna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser  Eyn Îsa û Zirganê didomîn in. Gelek herêmên sînor topbaran dikin. Ev êriş hemî bi erêkirina Rûsya pêk hatin û tên. Ji ber ku hemû li gorî berjewendiyên xwe kar dikin.”

Emel diyar kir ku piştî Hêzên Sûriya Demokratîk çeteyên DAIŞ’ê têk birin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta êrişên xwe zêde kirin. Emel got: “Em hemû dizanin ku dewleta Tirk piştgirê sereke yê çeteyên DAIŞ’ê ye. Tirkiye bi armanca vejandina çeteyên DAIŞ`ê, dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî dagir bike. Çeteyên li herêmên dagirkirî bi xwe di nav DAIŞ`ê de bûn.”

Di dawiyê de Emel got: “Tirkiye bi armanca şikandina vîna jinên Kobanê yên ku bi têkoşîn û berxwedana xwe navdar in, ew her sê jin li Kobanê kirin hedef.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Ehmed Silêman jî got: “Tirkiye di nav aloziyên aborî û hundirîn de ye, lewra ji bo ku wan aloziya veşere êrişî herêmê dike. Sûcên Erdogan ên li dijî sivîlan, kirêt in û divê rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin,  çareseriyekê ji sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilaêt Sûriyê re bibînin.”

Silêman bi vê gotinê axaftina xwe bidawî kir: “Sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, li gorî qanûnên navdewletî sûdên şer in û li dijî hevpeymana NY`î ne. Gelo çawa ew dewlet li hember sûcên Erdogan bêdeng bimînin?”

(şx)

ANHA


Mijarên Din