Rewşenbîran nerazîbûn nîşanî êrîş Tirkiyê dan

Rewşenbîrên Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan rewşenbîrên Helebê Ii taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn.

Rewşenbîr Kamîran Bîlan daxuyanî xwend û got: "Bi navê rewşenbîrên Helebê em êrîş û planên Tirkiyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Şêniyên herêmê li şûna cîhanê fedekariyeke mezin da û bi xwîna zarokên xwe xetera DAIŞ‘ê ji holê rakirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bi hev re dijîn û di rêveberiyê qadên de beşdar dibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hertim banga diyalogên navxweyî û aştiyê dikin. Her wiha banga beşdarbûna avakirina biryar û xêzkirina pêşeroja Sûriyê dikin.

Rewşenbîran di dawiya daxuyaniyê de banga li rêxistinên civaka sivîl û hiqûqa navdewletî û rewşenbîrên azad ên cîhanê kirin "Li hemberî vê dijminatiyê gotina rastiyê bêjin. Em bang li hemû aliyê Sûriyê dikin ku berpirsyartiyên xwe yên dîrokî li pêşiya civaka Sûriyê û cîhanê , ev gel ji bilî jiyana aştiyane ku mafê hemû sûriyan biparêze tiştek naxwazin, mafê wê ye ku li dijî êrîşên dijber parastina xwe bike."

ANHA


Mijarên Din