Rewşenbîran li Tebqayê komxebata duyemîn a helbest û wêjeyê li dar xist.

Komîteya Çand û Hunerê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi dirûşma “Bi helbest û wêjeyê gel nemir dibin”, panela duyemîn a helbest û wêjeyê bi tevlêbûna gelek helbestvan, nivîskar û wêjevanan li dar xist.

Panel li dika Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ket. Gelek endamên saziyên sivîl û rewşenbîrên herêmê û şêniyên bajêr tev li panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeze El-Hisên axivî û lidarketina komxebata duyemîn li wêjevanan pîroz kir û got: “Herêmên me bi çanda xwe ya navdar tê naskirin. Vê herêmê di dirêjahiya dîrokê de gelek şaristanî hembêz kirin. îro jî divê em wêneya rast a civakê, reseniya dîroka xwe û çanda herêmê ya dewlemend ji cîhanê re nîşan bidin.”

Piştre gelek helbestvan helbestên xwe yên girêdayî Evînî, pesndan, rexneyê, kurteçîrokên girêdayî xwişkbûna herêmê, jiyana jinan û rola wê ya pêşeng di civakê de gotin.

Di dawiya komxebatê de Komîteya Amadekar spasname li beşdarên komxebatê belav kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din