Rewşenbîr û nivîskar: Kampanya zimanê kurdî li Bakur ji bo me cihê şanaziyê ye

Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya zimanê kurdî ya li Bakurê Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku ev kampanya ji bo wan cihê şanaziyê ye.

Di 21`ê Sibatê de Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi navê "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê" kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. 

Heta niha gelek aliyên peywendîdar, her wiha partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê tev li kampanyayê bûne, lê çalakiyên vê kampanyayê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve tên astengkirin.

Têkildarî mijarê Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û mamosteyê wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava Welîd Bekir diyar kir ku ew piştgiriya kampanyaya ji bo zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê dikin û got: "Em jî li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya helwest û kampanyayên gelê me yê li Bakur dikin.”

Bekir da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka avakirina komarê Tirkiyê ve siyasetên qirkirin û pişaftinê li ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dide meşandin, lê ruxmî wan siyastan jî nikarîbû çand û zimanê gelê Kurd qir bike.

Bekir diyar kir ku ew bi hêvî ne kar û xebatên ji bo zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê bigihêje encameke baş.

Welîd Bekir destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku têkoşîna ji bo ziman dê berdewam bike û tekoşîna gelê Bakurê Kurdistanê têkoşîneke pîroz e.

Li aliyekî din berdevkê fermî yê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Gulal Kasanî jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya dîrokê de her dem bi siyasetên xwe yên şofenîst li hemberî neteweya Kurd bi kar tîne û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li derveyî Bakur şerê Kurdan dike. Dewleta Tirk bi rêya qedexekirina ziman şerê hebûna Kurdan dike.”

Kasanî da diyarkrin ku ew kampanyaya ku ji bo ziman hatiye destpêkirin li cem wan cihê şanaziyê ye û wiha got: "Em wek nivîskarên Rojava em vê gavê bi gaveke erênî dinirxînin."

Kasanî wiha lê zêde kir: "Di dirêjahiya dîrokê de tevî qewitandin, sîtemkarî û dagirkeriyê jî gelê Kurd zimanê xwe parast.”

ANHA


Mijarên Din