​​​​​​​Rewşenbîr: Divê ENKS dest ji lîstina bi destkeftiyên şoreşê berde

Rewşenbîran bang li ENKS'ê kirin ku heger niyeteke wê ya cidî ji bo pêşxistina diyalogên yekitiya kurdî hebe bila têkiliyên xwe bi Tirkiyê û "Îtîlafa Sûriyê" re qut bike.

Hemwextî lidarketina diyalogên pêkanîna  yekitiya kurdî û zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Tirkiyê  kir û bi wezîrê karê derve yê hikumeta Tirk re hevdîtinine pêk anî. Tevahî beşê civaka kurdî nerazîbûnên xwe ji vê serdanê re nîşan didin.

Gelek çavdêr dibêjin ku ev serdan ji bo têkbirina destkeftiyên gelê kurd ê li Rojava û lîstina bi yekitiya kurdî, her wiha pêkanîna planên Tirkiyê yên li herêmê pêk hat.

Rewşenbîrên kurd dibêjin ku serdana ENKS'ê ya ji bo Tirkiyê ji bo zextê li aliyên ku pê re diyalogan pêk tînin, bike da ku tazîmatan bigire.

'ENKS YEKITIYA KURDÎ ASTENG DIKE'

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a şaxê Dirbêsiyê helbestvan Mehmûd Derwîş ji ANHA'yê re axivî û bi bîr xist ku çûyîna ENKS'ê bi şandeya "Eniya Aştî û Azadiyê" re ya ji bo Tirkiyê hemwextî dijwarbûna êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Parastinê yê Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê, her wiha hemwextî lidarketina diyalogên yekitiya kurdî pêk hat.

Derwîş diyar kir ku "ENKS'ê bi serdana xwe ya ji bo Tirkiyê ya ku li dijî kurdan siyaseta 'parçe bike tê bi ser bikevî' bi kar tine, însiyatîfa yekkirina rêza kurdî asteng dike."

'KURDISTAN XAKA TEVAHÎ KURDAN E'

Hikumeta herêma Kurdistanê sedema aloziya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû dide dispêre PKK'ê û bang lê dike ku ji herêmê vekişe. Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî PKK'ê bi "Hêzên nerewa" bi nav kir. Lê hebûna bi dehan leşkerên Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê di nêrîna PDK'ê de rewa ye, nexasim ku dewleta Tirk dijminê sereke yê doza Kurd e.

Di vê derbarê de Mehmûd Derwîş dibêje: "Îdiaya hikumeta Başûrê Kurdistanê ku PKK'ê li ser ewlehî û îstiqrara herêmê xeter e, nayê qebûlkirin û xizmeta dijmin dike. Her bihostek Kurdistanê ya kurdan e û mafê kurdan e ku parastina wê bikin."

Derwîş destnîşan kir ne qedexe ye ku ENKS'ê bi dewletên derdorê ji bo parastina ewlehiya herêmê nîqaş bike û diyalogan bike û wiha got: "Lê ya ku tevahî gelên herêmê qebûl nake ew e ku mijar li ser hesabê gelê kurd be. Divê ENKS destpêkê projeya yekitiya kurdî pêk bîne."

'ENKS BI DESTEKFTIYÊN KURDAN DILÎZE'

Helbestvan Mehmûd Derwîş bang li ENKS'ê kir ku helwesta xwe ji hewldanên yekitiya kurdî zelal bike û diyar kir ku car caran xwe wekî xwediyê doza kurd dide xuyakirin û car caran jî wekî dijmin dema ku bi dijminên doza kurd re dan û standinan dike. Derwîş got: "ENKS'ê bi destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku bi keda bi hezaran şehîdan pêk hatine, dilîze."

BANG: DIVÊ ENKS TÊKILIYÊN XWE BI TIRKIYÊ RE QUT BIKE

Helbestvan Omer Şêxmûs jî bang li aliyê ku bi Tirkiyê re didin û distînin kir ku sînorekî ji xwe re deyne û giraniyê bide yekitiya xîtaba siyasî ya kurdî. Şêxmûs got: "Divê ENKS têkiliyên bi îtîlafa Sûriyê re jî qut bike ya ku  rasterast desteka xwe ji Tirkiyê digire û tiştek ji bo gelên herêmê nekir, lê dagirkirina Tirkiyê ya li Efrînê pîroz kir. "

'DIVÊ DERFET JI DEST NEÇE'

Şêxmûs destnîşan kir ku herêm ji aliyekî ve li pêşberî guhertinên mezin û aliyekî din çavbirçîbûnên Tirkiyê ye û banga yekitiyê li hêz û partiyên siyasî kir û got: "Li şûna Tirkiyê divê giraniyê bidin diyalog û dan û standinên kurdî-kurdî, divê vê carê derfet ji destê me neçe."

(bb)

ANHA


Mijarên Din