Rewşa siyasî ji şêniyên Efrînê re hate nirxandin

MSD’ê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di civînekê de rewşa siyasî ji şêniyên Efrînê yên li Şehbayê re nirxand.

Civîn li kampa Serdemê pêk hat. Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) Emîne Umer û tevî bi dehan şêniyên herêma Efrîn û Şehbayê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Emîne Umer siyasetên navdewletî û herêmê der barê Sûriyê, pratîka çawaniya " herêma ewle", kûrbûna wê û nuqteyên ku di navbera Emerîka û Tirkiyê bi hevkariya QSD’ê li dar ketine de, şîrove kirin.

Emîne got dê ew herêm radestî meclisên leşkerî yên herêmê bibin da ku parastina wan herêman bikin û tekez kir ku bi vê peymanê gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin çewisandin.

Hevseroka MSD‘ê îşaret pê kir ku Efrîn li gor peymanên navdewletî hate dagirkerin, heke li gor danûstandinên navdewletî rizgar nebû, dê bi berxwedanê rizgar bibe.

Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê û got, ev berxwedan dê planên dewleta dagirker a Tirk ên valakirina herêmê, guhartina demografiya wê û têkbirina berxwedanê, têk bibin.

Civîn bi nîqaşên di navbera beşdar û Emîne Umer de der barê gelek rûdanên siyasî û qadê yên li Bakurê Sûriyê bi giştî de, bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din