Reuters: Pêla îstîfakirina ji AKP`ê bilind dibe

Têkildarî îstîfakirina ji AKP`ê, alîgirên berê yên Erdogan diyar dikin ku hejmara kesên îstîfa dikin zû bilind bû û endam ji partiyê bê hêvî ne.

Di salên dawîn de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dewleta Tirk bi tundî bi rê ve dibe û di rêjîma serokatiyê de ku di Pûşpera 2018`an de hate erêkirin, gelek maf bi dest xistin.

Endamên AKP`ê yên wekî serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û cîgirê serokwezîr ê berê Alî Babacan îstîfa kirin û hewldana avakirina tevgeran li dijî partiya Erdogan dikin. Malperan diyar kir ku di vê salê de zêdetirî 800 hezar endamên AKP`ê îstîfa kiriye.

Bi mijarê ve girêdayî berpirsan ji Reutersê re eşkere kir ku îstîfakirina endaman ji AKP`ê nîşana bêhêvîtiya ji partiyê ye.

Rayedarekî berê ku navê xwe parve nekir û ji partiyê îstîfa kiriye, got rojane endamên AKP`ê yên xwedî rol û mîsyon, rêyeke nû ji xwe re hildibijêrin. Her wiha got gelek hevalên wî dixwazin tev li Ahmet Davutoglu û Alî Babacan bibin.

Alîgirekî Ahmet Davutoglu ku di vê mehê de ji partiyê îstîfa kiriye Cuma Îçten got AKP kesên îstîfa kirine, wan wek xayîn bi nav dike û dike armanc.

Rayedarekî AKP`ê ji Reutersê re got Alî Babacan û Ahmet Davutoglu zêde alîgirên wan tune ne û ne pêkan e ku hemû îstîfa bikin. Tevî vê yekê jî AKP xwe dispêre MHP`ê û pêwîstiya Erdogan ji sedî 50 bi dengan heye da ku di hilbijartinên were de bi ser bikeve.

Ev jî tê pêşbînkirin ku di 2023`yan de were pêkanîn, di vê derbarê de jî çend kesan got guhartinên di qada siyasî de yên wekî îstîfakirina endaman ji AKP’ê û hewldana avakirina partiyên nû, muhteml e bibe sedema pêşxistina hilbijartinan.

Îsal AKP`ê di hilbijartinan de derbe xwar û 5 parêzgehên mezin ji dest dan.

 (eh)


Mijarên Din