Reuters: Li pêş Komseriya Penaberan a Cinêvê, kurdekî sûrî agir bi bedena xwe xist

Ajansa Reutersê ragihand ku roja çarşemê, kurdekî sûrî(30)li pêş Komseriya Bilind a Penaberan a girêdayî NY’ê ya Cinêvê agir bi bedena xwe xist û bi lezgînî piştî vemirandina agir bi hêlokopterê ew rakirin nexweşxaneyê.

Vê sibehê nêzî saet 07:40 kurdekî sûrî benzîn li bedena xwe kir û li pêş avahiya Komseriya Bilind a Cinêvê agir bi bedena xwe xist.

Berdevkê polîsan ê Cinêvê Sylvain Guillume-Gentle got, kurdê ku agir bi bedena xwe xistiyê ku Almanyayê bi cih bûye bi hêlokopterê rakir yekîneya şewatan a taybet a li nexweşxaneya Zanîngehê a Lozanê û li wir tedawî dibe.

Sylvain Guillume-Gentle wiha domand: "Di wê rewşê de, ne pêkan e pirs der barê wê bûyerê de were kirin. Lê texmîn dikim ku têkildarî rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Berdevkê Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY’yê Andre Mahic wiha anî ziman: "Em der barê bûyera ku vê sibehê li pêş navenda Cinêvê pêk hatiye xemgîn û matmayî ne."

Andre Mahic da zanîn ku kesê ku agir bi bedena xwe xistiye, hewl da derbasî avahiya Komseriyê bibe, lê serbazên ewlehiyê û xizmetkarên bijîşkiyê bi lezgînî destwerdan kir û agir vemirand. Her wiha lê zêde kir ku bi hêvî ne baş bibe.

Şahîdekî bûyerê yê li navenda penaberan diyar kir ew gûman e ku dê rizgar bibe.

Dê komserî di demeke pêş a îro de, hûrgiliyên bûyerê ragihîne.

(fr)


Mijarên Din