Resûl: CPT bi erka xwe ranebû

Nivîskar û rojnamevan Malvan Resûl got: “Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan rewa ye û ne li dijî biryar û pîvanên NY  ye. Komîteya pêşîlêgirtina tundî û êşkenceyê CPT, bi erka xwe ya li hemberî sûcên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin, ranebû.”

Komîteya pêşîlêgirtina tûndî û êşkenceya (CPT) a girêdayî Meclisa Ewropayê, di 5`ê Tebaxê de di rapora xwe de dateyên serdana 2019`an eşkere kir. CPT bi hemû girtiyên siyasî yên girtîgeha Îmraliyê re hevdîtin kiribû. CPT diyar kir ku ew ji ber destûrnedana serdanên malbatî di salên dawî de û redkirina daxwaznameyên parzerên Ocalan ên ji bo serdanê ji salan 2019`an ve, xemgîn e.

Nivîskar û rojnamevan Malvan Resûl di derbarê mijarê de got: “Dema kesek sûcekê pêk bîne, tecrîd li dijî wî tê ferzkirin û mafên wî têne binpêkirin. Dewleta Tirk ne tenê Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye, di kesayeta Ocalan de hemû gelên bindest dîl girtiye. Dewleta Tirk xwedî dîrokek tijî binpêkirinên mafên mirovan e. Mînaka herî berbiçav jî tecîrda ku li Rêber Abdullah Ocalan ferzkirî ye. Li gorî pîvanên navdewletî ji mafê her kesayetek bi bandor e ku ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. NY jî vê yekê erê dike. Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ji bo doza gelê Kurd û gelên herêmê, tu biryar û pîvanên navdewletî yên NY binpê nake. Ji ber ku têkoşîna wî li ser ax û erdnîgariya wî rewa ye. CPT di mijara binpêkirinên li dijî Ocalan de bi erka xwe ranabe.”

‘CPT ERKÊN XWE NEANÎNE CIH’

Resûl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê CPT bi erka xwe rabe û zextê li dewleta Tirk bike da ku hevdîtinên malbat û parêzerên Ocalan pêre pêk bên. Ji ber ku gelê Kurd û gelên azadîxwaz bi hewcedariya fikr û perspektîfên serok in, da ku dozên bi nakok çareser bibin.”

Resûl piştrast kir ku rêxistinên navdewletî ruxmî ku rewabûna xwe ji NY`yî û Konseya Ewlehiyê digirin jî, lê belê ne çalak in û ji hêla ajandeyên derve yên diyar ve têne bikaranîn û wiha got: “Parêznameyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, têrê dike ku dewleta Tirk sûcdar bikin.”

Resûl îşaret bi bêdengiya navnetewî ya li hemberî sûcên ku li dijî Rêber Abdulllah Ocalan tên kirin, kir û got: “Mafên Rêber Ocalan û mafên gelê Kurd li ber çavên rêxistinên navdewletî û hêzên ku demokrasiyê îdia dikin, têne binpêkirin. Bûyerên ku li gelemperiya Kurdistanê rû didin li dijî nirx û pîvanên navdewletî, olî, exlaqî û civakî ne.”

‘GEL DIKARE GUHERTINÊ PÊK BÎNE’

Resûl axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd ê ku li bajarên mezin ên Tirkiyê dimînin mîna Stenbol û Enqereyê dikarin zextê li hikumeta Tirk û partiya desthilatdar bikin, da ku guhertinek pêk bê.”

Di dawiyê de Malvan Resûl bang li hêzên niştîmanî, hêzên pêşverû û gelên azadîxwaz kir ku hewl bidin tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, bişkînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din